Li gor nûçeya Ajansa EhlulBayt (S.X)-ABNA-Nûçe: Pêşbîniya Nûnera Neteweyên Yekgirtî li Sûrîyê: Zêdetirî Sê Milyon Kes Vegeriyan Mihemed Zarî endamê Hevalbendîya Enbarê pêgirî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî bêyî haydarîya hikûmeta navendî ya Bexdayê rêkevtinameyeke nihênî bi Tirkîyê re wajo kirîye û di çarçova wê da, artêşa Tirkîyê dikare binkeyên nû di nav axa Iraqê da ava bike. Zarî herwiha got: Di rêkevtinameya nû da pêgirî hatîye kirin ku dema ketina hêzên Tirkîyê nav herêmên bakura Iraqê nabe rê li ber wan bê girtin u dema ew hêzana pêrgî pirsgirêkê bûn jî, divê pişta wan bê girtin. Li gorî vê lihevkirinê, herwiha yê piştgirîya aborî ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bê kirin u bi qaçaxî firotina nifta Iraqê ji parêzgehên bakura vî welatî bo Tirkîyê yê were domandin. Dewleta Tirkîyê jî soz daye ku bi dizî ve pişta hikûmeta Barzanî bigire.
Serepeyv
TIRKÎYÊ- HERÊMA KURDISTANA- IRAQ
Your Comment