3 January 2026 - 23:59
Bermahiyên şerê Îran û Îraqê: Li gundekî Herêma Kurdistanê hawan hatin dîtin

Li gundê Kokoyiyê yê navçeya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê depoyeke kevn a hawan û mayînan hat dîtin ku dîroka wê vedigere serdema şerê Îran û Îraqê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (S.X) - ABNA -  Ligundê Kokoyiyê di dema lêkirina xaniyekî de zêdetirî 20 hawanên 120 milîmetreyî hatin dîtin.Hîn jî gelek hawan û parçeyên din ên teqemeniyê di bin erdê de mane.

Piştî dîtina teqemeniyan, Qaymeqamê Derbendîxanê Birêvebiriya Mayînan agahdar kiriye ku tîmên xwe bişînin û herêmê paqij bikin.

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed ragihand:

"Li gorî zanyariyên me, li wê deverê bi berdewamî mayîn hene.

...............

 Dawiya 

Your Comment

You are replying to: .
captcha