25 April 2026 - 10:20
Source: kmr.abna24.com
Dema ku bihîstina "na" ji Xwedê cewhera dilovaniyê ye!

"Bersivdana lava (dûa) di pergila Xwedayî de bi şertê şehrezayî û qabîliyeta rêberiyê ve girêdayî ye. Bersivnedana hin lavan jî ne nîşana kêmasiya pêxemberan e, belkî rûyekî teslîmiyet û zanîna wan a bi rêk û pêkên Xwedayî ve ye."

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)– ABNA–

Li gor ayetan (Hûd/45-46, Tewbe/114, Mumtehine/4, Tewbe/80, Munafiqûn/6 û hwd.), hin dûa û lavayên pêxemberan nehatine bersivdan. Di derbarê vê mijarê de, em rastî vê pirsê tên: sirra neqebûlbûna van dûayan çi ye? Ma pêxember bi şertên bersivdana dûayê nizanibûn? Ma neqebûlbûna dûaya pêxemberan ji wan re kêmasek tê hesibandin?

Pirsgirêka dûa û bersivdana wê, yek ji têgînên sereke di pergala nasînê ya Qur'ana Pîroz de ye. Her çiqas Xwedê soza bersivdana dûayê daye jî (1), di hin rewşan de dûa an jî istixfara pêxemberan ji bo hin kesan nehatiye qebûlkirin. Ev rewş dibe ku pirsê çêbike: çima dûaya pêxemberan, digel pileya bilind a ismet û nêzîkiya Xwedê, di hin rewşan de nayê bersivdan? Ma ev yek nîşana kêmasiya wan an jî nezanîna wan a ji mercên bersivdana dûayê ye? Lêkolînek hûrgilî ya ayetên Qur'anê nîşan dide ku neqebûlbûna hin dûayan ne tenê kêmasek nayê hesibandin, belkî ev yek beşek ji pergala hişmend a Xwedayî û rûyek ji kemala nasînê û evdaliya pêxemberan e.

Bingehê sereke yê serdestiya şehrezayî û rê û resmên Xwedayî li ser dûayê

Pêşî divê were zanîn ku di mantiqê Qur'anê de, dûa qet bi wateya ferzkirina iradeya evdê li ser Xwedê nîne, belkî dûa corek daxwazek e di çarçoveya şehrezayiya Xwedayî de. Xwedê zanayê mutleq e û maslahatên rastîn ên evdê xwe ji wan bi xwe çêtir dizane. Ji ber vê yekê, bersivdana dûayê bi lihevhatina wê bi rê û resmên Xwedayî û pergala şehrezayiya wî ve girêdayî ye. Bi gotineke din, dûa yek ji sedeman e, ne tenê sedem. Heke dûayek bi rê û resmên qethî yên Xwedayî re, wek pêkhatina ezabê ji bo kafirên rikdar an jî bêparbûna kesên dijmin ji lêborînê re, li hev neke, wê dûa neyê qebûlkirin. Ev mijar di derbarê dûayên hin pêxemberan de jî rast e.

Pêxember, wekî evdên herî kamil ên Xwedê, di lûtkeya evdaliyê û teslîmiyetê de bûn. Wan dûa û istixfar dikir, ne ji bo ferzkirina daxwaza xwe, lê ji bo bicihanîna erkê evdaliyê. Dema ku bersiva Xwedayî li hemberî daxwaza wan bû, wan bi teslîmiyeteke kamil ew qebûl kir.

Vekolîna bûyera Hz. Nûh (s.x) û daxwaza wî

Li gor hînkirinên Qur'ana Pîroz, pêxember bi xwezayê xwe de nezanayê ghaibê (neyanî) ne û tenê bi rêya hînkirina Xwedayî ji razên ghaibê haydar dibin. Li ser vê bingehê, di ayetên 45 û 46 yên sûreta Hûd de, dema ku kurê Hz. Nûh di lehiyê de xeniqî, wî pêxemberî li gor soza Xwedayî ya rizgarkirina ehlê xwe, vê pirsê pêşkêş kir ka çi dibe ku kurê wî yê ji ehlê wî xeniqî? Lê wî yaqîn bi wê yekê hebû ku Xwedê "Hekemê hakiman" e û şehrezayî, zanîn, dad, ismet û hêza wî mutleq e, tu kêmasî jê nîne. Ji ber vê yekê, pirsa Hz. Nûh daxwaza rizgarkirina kurê wî nebû; ji ber ku ev pirs piştî xeniqîna kurê wî bû, ne berê wê. Di wê kêlîkê de ji Nûh re aşkere bûbû ku kurê wî kafir e û ji ber kafiriya xwe, ji bandora ehlê rizgarkirî nîne û pêxemberê Xwedê qet ji bo kafirekî daxwaza lêborînê nake. Ji ber vê yekê, pirsa Hz. Nûh ji bo têgihîştina bûyera xeniqîna kurê wî bû, ne daxwaza rizgarkirina wî li dinyayê û ne jî lêborîna wî li axretê. (2)

İstixfara Hz. Îbrahîm (s.x) ji bo apê xwe Azer

Qur'ana Pîroz bi zelalî diyar dike ku pêxember û bawermendan mafê wan nîne ku ji bo yên ku baweriya wan bi Xwedê tine ye û ku dijminatiya wan a bi Xwedê re û dojehiya wan ji wan re hatibe selmandin, daxwaza lêborînê bikin. Ev hukim, yek ji hukmên sabit û neguherbar ên dîna Xwedayî ye. İstixfar, wekî dûa, bi rastî daxwaza pêkanîn û xurtkirina girêdana bi Xwedê re ye. Ji ber vê yekê, daxwaza lêborînê ji bo kafirekî ku girêdana xwe bi Xwedê re bi temamî birîye û dijminatiya wan a bi Xwedê re û dojehiya wan qethî û aşkere bûye, karekî beredayî û bêwate, belkî heram û ne durist e. (3) Hz. Îbrahîm li hemberî dijûn û gefa apê xwe Azer, li şûna bersiva bi heman rengî, bi xulq û aramî, wî soza daxwaza lêborînê, rêberî û istixfarê dabû. Ev yek di demekê de bû ku dojehiya wî û dijminatiya wî ya bi Xwedê re aşkere nebûbû. Gava ku dojehîbûn û Xwedê dijminatiya wî ji bo Îbrahîm aşkere bû, wî ji wî berda xwe û Xwedayê pespaye wî pêxember wekî modeleke tam a berdayîna ji kafiran re nasand. (4) Ji ber vê yekê, istixfar di dema ku kufr û rik ne qethî be, wê gavê bi bandor e, lê gava kufr û rik qethî bibe, istixfar tu tesîrê nake û beredayî ye.

Bêbandoriya istixfarê ji bo durûyan (mûnafîqan)

Her wiha, Qur'ana Pîroz diyar dike ku istixfara pêxember ji bo durûyan an jî ne istixfara wî, yek e. (5) Ji ber ku daxwaza lêborînê ji bo wan kêmtirîn sûd û bandorekê nake. Ev ne ji ber bêbandoriya dûaya pêxember e, lê ji ber kufra durûyan e ku astengî li lêborînê digire. Ev astengî bi hebûn an nebûna istixfarê ranabe. Ji ber vê yekê, bandornebûna istixfara pêxember ji bo durûyan ji ber wê yekê ye ku wan bi Xwedê û pêxemberê wî kufr kirine û bi kufr û durûtiya xwe, ji rêya evdaliyê derketine, bûne fasiq. Xwedê jî gelê fasiq rê nake. Lêborîn jî rêberiya ber bi bextiyarî û kemalê ve ye, ji ber vê yekê lêborînê wan nagire. (6)

Encam

Li gor hînkirinên Qur'ana Pîroz, dûa di çarçoveya şehrezayî û rê û resmên qethî yên Xwedayî de pêk tê û qet bi wateya ferzkirina iradeya evdê li ser Xwedê nîne. Pêxemberên Xwedê, wekî evdên herî kamil, dûa û istixfar ji ber evdaliyê û bicihanîna erkê xwe dikirin, ne ji bo guhertina rê û resmên qethî yên Xwedayî. Di rewşên ku dûaya wan bi xuya nehatiye bersivdan, ev ne nîşana kêmasiya wan e, belkî rûyek ji serdestiya şehrezayiya Xwedayî û nîşana teslîmiyeta wan a temam a li hemberî iradeya Xwedê ye.

Bersiva kurt

Li gor hînkirinên Qur'ana Pîroz, dûa di çarçoveya şehrezayî û rê û resmên qethî yên Xwedayî de pêk tê û bersivdana wê bi hebûna şertan û nebûna astengiyan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, neqebûlbûna hin dûa an istixfarên pêxemberan, ne ji ber kêmasiya ismet an jî nêzîkiya wan a Xwedê ye, belkî ji ber hebûna astengiyên wek kufr û rikên qethî yên kesên ku dûa ji bo wan tê kirin, bûye. Ji ber ku rê Û resmê Xwedayî li ser wê yekê ye ku lêborîn tenê wan kesan bigire ku hêza rêbûn û vegera wan heye. Pêxemberan jî ji ber evdaliyê dûa kirin û di rewşa ku bersiv nehat, bi teslîmiyeta kamil, iradeya hişmend a Xwedayî qebûl kirin.


Çavkaniyên ji bo xwendina berfirehtir:

  • Cewadî Amolî, Ebdullah, Tesnîm, Îran – Qum, Weşanên Isra, cîld 38 rûpel 355-359 û cîld 35, rûpel 376-384.
  • Etabatayî, Muhemmed Huseyn, El-Mîzan fî Tefsîr-il-Qur'an, Beyrût – Lûbnan, Weşanxaneya El-ilmî, 1352 hicrî, cîld 9, rûpel 351 û 397.

Pênot:

  1. Sûreta Xafir, ayeta 60.
  2. Binêre: Cewadî Amolî, Tesnîm, cîld 38, rûpel 355-359.
  3. Binêre: Cewadî Amolî, Tesnîm, cîld 35, rûpel 376-384; Etabatayî, El-Mîzan, Beyrût, cîld 9, rûpel 397.
  4. Binêre: Cewadî Amolî, Tesnîm, cîld 35, rûpel 376-384.
  5. Sûreta Tewbe, ayeta 80 û sûreta Munafiqûn, ayeta 6.
  6. Binêre: Etabatayî, El-Mîzan, cîld 9, rûpel 351.

Your Comment

You are replying to: .
captcha