Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Bajarê Necefê li başûrê Iraqê êdî şahidê hebûna ziyaretvanên Îranî û biyanî nîne; ziyaretvanên ku her tim dihatin vî bajarî, lê niha li dûv şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, geştiya olî li Iraqê bi giranî kêm bûye. Roj ji bo dikandarên ku mişteriyên xwe winda kirine û otêlên ku vala mane, bi zorê derbas dibin. Di rewşekê de ku berê, saziyên bazirganî bi lêçûnên ku salane bi milyonan ziyaretvanên Şiî yên ji Îranê, Lubnanê, welatên Ereb yên kendavê, Pakistanê û welatên din xerc dikirin, hêviya xwe girê dabûn. Niha ev ziyaretvan li Necef û Kerbelayê bi kêmî têne dîtin.
«Ebdurrehîm el-Hermûş» xwediyê dikana zêrforoşiyekê li Necefê, ji ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) re dibêje: «Êdî ziyaretvanên Îranî tune ne. Ew bûn ku bazirganiya zêrforoşan, çîtforoşan û heta ajokarên taksîyê dida gerandin.» Ew ku 71 salî ye, zêde dike: «Berê bi zorê di bazarê de bi sedema qelebalixiya biyanî û Îraniyan dikaribû mirov bimeşiya. Komela ziyaretvanan li dora firoşên destan dicivî.»
Iraq ji encamên herêmî yên şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê nehatiye parastin. Ev welat esmanê xwe li ber firînên sivîl girt, ji ber ku ew bûbû sehneya derbasbûna mûşek û balafirên şer. Herwiha, êrîşên li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê — ku ji komekên çekdarî yên nêzî Îranê re hatin nesibandin — û herwiha êrîşên berevajî yên ku Amerîka û Îsraîl têne tawanbarkirin ku kirine, qewimîn. Ev guherîn bandoreke rasterast li ser geştiya olî ya Iraqê kir; beşa ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên dahata ne petrolî ya Iraqê tê hesibandin.
Geştiya olî li Iraqê, dahata aborî ya berfireh dabû gerandin, lê niha bandorên kêmbûna wê ya giran bi eşkereyî têne dîtin. Taksî li benda rêwiyan hatiye rêzkirin, karkerên rojane li gerê kar in û xwediyên dikanan ji dayîna kirê û baca xwe nerazî ne. Hermûşê ku 38 sal e li bazarê Necefê çalakiyê kiriye, li hemberî hilweşîna aborî li bajarên wek Necef û Kerbelayê hişyarî dide.
Otêlên girtî li Necefê
«Saib Ebû Xuneym» serokê yekîtiya otêlên Necefê, dibêje ku zêdetirî %80 ji derdora 250 otêlên vî bajarî bi sedema şerê li dijî Îranê hatine girtin. Wî zêde kir: «Heta di %20 yê mayî de jî, rêjeya dagîrkirinê tenê di navbera %5 û %10 de ye.» Ev rewş bûye sedema ku zêdetirî du hezar karmend werin avêtin an jî bi bêpereyî bi betlana mecbûrî werin şandin.
«Ebû Elî» (52 salî) dibêje ku ew neçar bûye pênc ji karmendên otêla xwe bavêje û tenê yek kesî ji bo karûbarê 70 odeyên ku hema hema vala ne, hiştiye. Ew bi xemgînî dewam dike: «Ez çawa mûçeyan bidim dema ku kar tune?»
Ev duyemîn qeyrana mezin a geştiya olî ya Iraqê di van salên dawî de ye; piştî pandemiya Kovid-19ê ku bû sedema girtina mizgeft û ziyaretgehên vî welatî. Tevî ku li Iraqê gelek cihên dîrokî hene, geştiya olî hê jî motora sereke ya pîşesaziya geştiyariyê ya vî welatî ye; di dema ku Bexda hewl dide piştî dehsalên qeyran û şer, hêdî hêdî baştir bibe.
Her çiqas Iraq piştî lihevkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ji 8ê Avrêlê ve esmanê xwe vekirîye jî, ev tedbîr bandoreke erênî li ser vegera geştiya olî ya vî welatî nekiriye, ji ber ku cihê nebaweriyê li herêmê hê jî berdewam e.
Di nehazirbûna geştyarên biyanî de, dikandarên bajarên ziyaretê yên Iraqê hêviya xwe bi hejmareke kêm ji ziyaretvanên Iraqî yên ku ji bajarên din — bi taybetî di dawiya hefteyê de — tên, girê dane. Lê ev hejmar ji bo «Mustefa el-Hebûbî» (28 salî), xwediyê sarrafiyekê, hema hema bêbandor e. Wî got: «Di rojê de tenê yek-du mişterî tê... ne ziyaretvanê Îranî heye ne yên din.»
Felaqeta aborî li Kerbelayê
Rewşa li bajarê Kerbelayê li bakurê Necefê jî bi qasî wê baş nîne. Bajarê ku di salê de bi taybetî di meha Muharrem, Roja Eşûra û Erbeyînê de, bû mazûvaniya bi milyonan ziyaretvanan.
«Îsra en-Nesrawî» seroka komîteya geştiyariyê ya Meclisa Parêzgeha Kerbelayê, dibêje ku rewş pir xeternak û heta felaqetek e. Wê sedema vê rewşê berdewamiya tansiyonên li Rojhilata Navîn dizane û zêde dike ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê bûye sedema kêmbûna nêzîkî %95 ê hejmara geştyaran û bi sedan otêlan kiriye binselihe girtinê.
Ev qeyran bandor li ser pargîdaniyên geştiyariyê li Iraqê jî kiriye. «Ekrem Razî» xwediyê pargîdaniya «Afaqûşemsê», dibêje ku çalakiya pargîdaniya wî niha ketiye %10 ê dema berî şerê li dijî Îranê, di dema ku berê mehane zêdetirî hezar geştaryariyê dipejirand.
Ew ku 16 sal e di vî karî de çalak e, bi fikar e ku ev rewş berdewam bike, ew neçar bibe ku dev ji vî karî berde û dibêje: «Êdî tu sedemekî aborî namîne.»
..........
Dawiya peyamê
Etîket:
Amerîka, Îran, Iraq, encamên aborî yên şerê li dijî Îranê, geştiya olî, geştiya olî ya Iraqê
Bajarên ziyaretê yên Iraqê bi sedema şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, rûbirûyê kêmbûneke nedîtî ya ziyaretvanan bûne.
Your Comment