28 May 2026 - 09:41
Hêzên Pasdaran êrîşî baregeheke hewayî ya Amerîkayê kir

“Piştî destdirêjiya artêşa Amerîkayê li ser axa welatê me, bingeha hewayî ya Amerîkî ya ku destpêka êrîşê bû, hat hedef girtin.”

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Piştî bersiva Îranê ya li hemberî êrîşa artêşa Amerîkayê ya li ser herêmeke li kêleka balafirgeha Bender Ebbasê, Têkiliyên Giştî yên Spaha Pasdaran a Şoreşa Îslamî daxuyaniyek belav kir.

Metna daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Bi navê Xwedayê Şikênêrê Zorbedestan

(فَمَنِ اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ فَاعْتَدُوا عَلَيْهِ بِمِثْلِ مَا اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ)

"Li dû êrîşa îro serê sibehê ya roja pêncşemê, ya artêşa Amerîkayê ya dagirker ku bi fuzeyên hewayî li ser herêmeke li kêleka balafirgeha Bender Ebbasê pêk hatibû, bingeha hewayî ya Amerîkî ku çavkaniya êrîşê bû, di saet 04:50 de hat hedefgirtin.

Ev bersiv hişyariyeke cidî ye ku dijmin bizanibe, êrîş bêbersiv namîne û di rewşa dûbarebûnê de, bersiva me dê tundtir be û berpirsyariya encamên wê bi temamî li ser milê dagirker e.

و ما النصر الا من عندالله العزیز الحکیم."

Dawiya peyamê / 268

Teg: Spaha Pasdaran, Amerîka, Îran, Bingeha hewayî ya Amerîka, Kendava Farisî.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha