1 June 2026 - 11:10
Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerekî wan ê din di şerên li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin

Artêşa Îsraîlê îro roja duşemê mikur hat ku leşkerekî din ê vê rejîmê di pevçûnên li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a “EhlulBeytê (S.X) - ABNA–Li gorî daxuyaniya artêşa rejîma siyonîst, leşkerê ku hatiye kuştin ji yekîneya taybet a «Maglan» bûye û di şerên li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin. Herwiha, sê leşkerên din ên vê rejîmê di heman pevçûnan de birîndar bûne ku rewşa yek ji wan giran hatiye ragihandin.

Ev di demekê de ye ku artêşa rejîma siyonîst sibeha roja borî jî ragihandibû ku leşkerekî wan ê din di şerên başûrê Lubnanê de hatiye kuştin û daxuyandibû ku çar leşkerên din jî di van pevçûnan de birîndar bûne.

Di heman demê de, artêşa rejîma siyonîst, di nav pêla sansura medyayî de ji bo aramgirtina rewşa Tel Avîvê û berdewamkirina şerê xwe, roja borî amarekî nû ya ziyanên hêzên xwe belav kir. Li gorî vê amarê, hejmara birîndarên vê rejîmê ji destpêka şerên li başûrê Lubnanê ve gihîştiye hezar û 180 kesî. Li gorî vê amarê, 70 ji birîndaran di rewşeke giran de û 135 kesên din jî di rewşeke navîn de ne.

……………….

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Artêşa Îsraîlê
  • Kuştina leşkerên Îsraîlî
  • Şerê Hizbullah û Îsraîlê

Your Comment

You are replying to: .
captcha