31 May 2026 - 11:41
Source: Kurdpress
Çawa vedîtina mirovên Neanderthal li Şanederê bû beşek ji projeya avakirina nasnameya Kurdên Iraqê?

Sîvîsê cîhanê- Vedîtina bermayîyên mirovan ên Neandertal li şikefta Şaneder careke din têkiliya cîhanê bi Herêma Kurdistanê re zêde kir; bûyerek ku berpirsên herêmanî wê wekî derfeteke girîng dibînin ji bo ronak kirina dîrok, çand û nasnameya Kurdî.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeytê (s.x) – ABNA-Zanîngeha Oksfordê gotarek der barê şikefta navdar a Şanederê de belav kiriye ku li ser rûyê xwe behsa girîngiya arkeolojîk a şikeftê dike, lê bi rastî jî li gelheviyeke jeopolîtîk li vê dera dîrokî dinêre û hewl dide nîşan bide ka çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mîrateya çandî û arkeolojîk ji bo xurtkirina nasnameya neteweyî ya Kurdî û misogerkirina qada xwe ya navneteweyî bikar tîne.

Şikefta Şanederê; Ji Neandertalan heta Siyasîyetê

Şikefta Şanederê li nêzî bajarê Soran li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, yek ji girîngtirîn cihên arkeolojîk ên cîhanê tê hesibandin. Navdariya vê şikeftê ji ber vedîtina bermahiyên mirovên Neandertal e ku temenê wan digihîje zêdetirî 40 hezar sal berê û têgihiştina zanayan ji jiyan, merasîmên veşartinê û avaniya civakî ya Neandertalan guhertiye.

Nancy Gutos, nivîskarê gotarê, bi behskirina fîlmê dokumenter “Sîrên Neandertalan” (Secrets of the Neanderthals) ku di sala 2024’an de ji aliyê Netflixê ve hat belav kirin, tekez dike ku girîngiya Şanederê tenê bi nirxa zanistî ve ne sînorkirî ye, lê ev cih di çarçoveya dîroka siyasî û nakokiyên herêmî yên Kurdistanê de jî wateyê digire.

Dîroka Lêkolînan; Ji Ralph Solecki heta Zanîngeha Cambridgeê

Yekemîn kolanên şikefta Şanederê di navbera salên 1951 heta 1960’an de bi serperştiya Ralph Solecki, arkeologê Amerîkî hatin kirin. Di vê serdemê de, 9 kerbeşên Neandertal hatin dîtin; vedîtinek ku Şanederê bû yek ji navdartirîn cihên arkeolojîk ên cîhanê.

Lê belê, guherînên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê bû sedema rawestandina projeyê û ev şikeft zêdetirî nîv sedsalê bê kolan ma.

Di sala 2011’an de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwendek ji Graeme Barker, mamosteyê arkeolojiyê yê Zanîngeha Cambridgeê re şand da ku projeya kolanê ji nû ve dest pê bike. Ev hevkariyek destpêka hevkarîya di navbera Zanîngeha Cambridgeê û Midûriyeta Giştî ya Berhemên Kevnar a Herêma Kurdistanê bû.

Lê belê, bêewlehiya ji ber derketina DAIŞ’ê pêvajoya kolanê bi zehmetiyên mezin re rûbirû kir. Di sala 2014’an de û tenê du roj piştî destpêkirina operasyonên kolanê, bi nêzîkbûna hêzên DAIŞ’ê re bo herêmê, proje hate rawestandin.

Di dawiyê de di sala 2018’an de, tîma lêkolînê bi serketî kerbeşeyek hema bêje temam a din a Neandertalan keşf kir ku paşê bi navê “Şaneder Z” (Shaneder Z) hate naskirin; vedîtinek ku derfeta ji nû veavakirinê ya rûyê vê mirovê kevnar peyda kir.

Dîroka Kurdan û Çarçoveya Siyasî ya Projeyê

Nivîskar ji bo ravekirina girîngiya siyasî ya vê vedîtinê, vedigere vegotina dîroka nûjen a Kurdan li Iraqê.

Ew tîne bîra xwe ku piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, hêviyên ji bo damezrandina dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê bi têkçûnê re rûbirû man. Her çiqas peymana Sèvres behsa îhtîmala avakirina welatekî ji bo Kurdan kiribe jî, bi pejirandina peymana Lozanê ev welat di navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyê de hate parve kirin.

Gotar paşê behsa serhildanên pirjimar ên Kurdan li Iraqê, têkoşînên Mistefa Barzanî, siyaseta Erebkirina rejîma Bees û di dawiyê de operasyonên Enfalê û êrîşa bi gazên kîmyewî li Helebceyê di sala 1988’an de dike.

Herwiha balê dikişîne ser damezrandina Herêma Xweser a Kurdistanê piştî Şerê Kendavê û sazkirina referandûma serxwebûnê ya Herêmê di sala 2017’an de.

Mîrateya Çandî wek Amûra Avakirina Nasnameyê

Li gorî baweriya nivîskar, girîngiya rastîn a vedîtina nû ya Şanederê ev e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê wek amûrek ji bo xurtkirina nasnameya neteweyî û nîşandana serxwebûna xwe dibîne.

Di gotarê de behsa gotinên Soran Emir, Serokê Midûriyeta Arkeolojiyê ya Mergesorê, tê kirin ku ji nû veavakirin rûyê “Şaneder Z” ne tenê serkeftineke zanistî, lê “sedema serbilindî ya gelê Kurdistanê” binav kiriye.

Berpirsên Herêmê jî gelek caran tekez kirine ku Kurdistan tenê ne mîratgirê dîroka nûjen a herêmê ye, lê beşek ji kûrtirîn dîroka mirovahiyê jî di xwe de cih digire.

Di vê çarçoveyê de, Herêma Kurdistanê dest bi avakirina muzeekê li nêzî Şanederê kiriye da ku berhemên hatine keşfkirin lê werin parastin û bibe navendeke zanistî û geştiyarî.

Nivîskar di dawiyê de argûman dike ku veberhênana Herêma Kurdistanê li ser projeya Şanederê ne tenê gaveke zanistî an çandî ye, lê beşek ji stratejiyeke berfirehtir ji bo misogerkirina cihê Kurdistanê di qada navneteweyî de ye.

Ji dîtina wî, hevkariya bi Zanîngeha Cambridgeê re, kişandina lêkolînerên biyanî, geşepêdana geştiyariya çandî û tekezî li ser mîrata dîrokî ya bêhempa ya Kurdistanê, hemî nîşanên hewldana Herêmê ne ji bo nîşandana nasnameyeke serbixwe û cuda ji Iraqê.

Bi gotineke din, gotar Şanederê tenê wekî cihekî arkeolojîk nabîne; belkî wê dike amûrek ji bo geşepêdana dîplomasiya çandî, nûneratiya nasnameya Kurdî û xurtkirina axavtina xweserî û serxwebûna Herêma Kurdistanê li asta cîhanî.

……….

Dawîya Peyam,

Your Comment

You are replying to: .
captcha