Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Dr. Hesen Sadiqiyan, mamosteyê Zanîngeha Tehranê û rêveberê Maseya(Mîza) Tirkiyeyê li Navenda Lêkolînan a “Zaviye”, di nîşeheke xwe de bi sernavê «Gelo civaka Elewî tûşî hişmendiyeke cîhanî ya berevajî bûye?» balê dikişîne ser dualîteyên nasnameyî, polîtîkayên asîmîlasyonê û qutbûnên dîrokî. Sadiqiyan tekez dike ku ji bo derbaskirina felcbûna fikrî, belavbûna civakî û serdestiya vegotinên nakok, pêdivî bi nûveavakirina şêwaza nasnameya Elewiyan û pêkhatina hişmendiyeke rastîn heye.
Deqê tewahî yê nîşeya Dr. Sadiqiyan wiha ye:
Axaftin li ser xweza û nasnameya civaka Elewî û Elewîtiyê karekî hem hêsan e û hem jî zehmet e; ji ber ku îro ev civak rûbirûyê avahiyeke nasnameyî bûye ku di mijara rabirdû û tewra nasnameya xwe ya niha de, bi xwe re di nakokiyê de ye. Ev avahiyeke wiha ye ku carinan hemû nirxên xwe bênirx dibîne, bi lawazbûna herî zêde ya baweriyê li cem civakê re rûbirû dibe û şahidiya nakokî û dualîteya zihnî ya mîrasê rabirdû û îroyîn dike. Encama vê rewşê ew e ku ev civak ne dikare «pêşerojeke kevneşopî û taybet» û ne jî «avahiyeke ku bi pêşkeftina xwe kar bike» ava bike. Bi têkbirina her tiştê ku bi Elewîtiyê re têkildar e – ji demên kevnar bigire heta serdema postmodern – ev rewş bûye sedema cureyek ji felcbûna fikrî, felckirina bîranînê û parçebûna zêde ya Elewiyan ji aliyê etnîkî, rastiyên civakî û dîrokî, aborî, ziman û bi kurtî, hişmendî û bîra hevpar. Heta astekê ku niha beşeke girîng ji civaka Elewî bi awayekî ciddî tûşî krîza nasnameyî bûye.
Niha pirsa bingehîn a ku tê holê ev e:
Gelo krîza nasnameyî ya Elewiyan berhema hişmendiyeke cîhanî ya berevajî ye ku ji cîhaneke berevajî derketiye?
Di vê gotarê de, bi bandorwergirtina ji nêrîna Marx ku dibêje “rexneya li dijî olê divê rexneya li dijî civaka ku olê (bi awayeke şaş) diafirîne be”, em tekez dikin ku krîza niha ya nasnameya Elewî û Elewîtiyê, berhema cîhaneke berevajî ya dirêj e ku ji sedsala 13-an ve heta niha dewam dike û hişmendiyeke cîhanî ya berevajî afirandiye.
Wekî din, di vê pêvajoya afirandinê de, xetên nû yên qutbûn û kûrkirina li ser bîr û hişmendiya civaka Elewî hatine vekirin. Ecêb e ku di vê afirandina berevajî de, xwezaya nasnameya Elewîtiyê di rastiyê de ew xwe-hişmendiya mirovî ye ku an hêj xwe nedîtiye an jî careke din xwe winda kiriye. Bi rastî, mirovê Elewî berhema heman dewlet û civaka xwe ye. Dewlet û civak bi xwe ne ku olê wekî hişmendiyeke cîhanî ya berevajî diafirînin, ji ber ku dewlet û civak bi xwe jî cîhaneke berevajî ne.
Wek nimûne, di derbarê nasnameya Elewîtiyê de gelek dualîteyên ku ji aliyê dewlet û civakê ve hatine çêkirin, bi berdewamî tên dubarekirin:
Gelo nasnameya Elewî «esîl» e an «xerîb/din» e? «Ol» e an «mezheb» e? «Çand» e an «dîmenbînî/îdeolojî» ye? «Şîa» ye an «Zerdeştî» ye? «Tirk» e an «Kurd» e? «Xorasanî» ye an «Anatolyayî» ye? hwd.
Wisa xuya dike ku ev hîpotez ciddî ye: di dirêjahiya sedsalên borî de nasnameya Elewî bi zanebûn ketiye bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewlet û civakê û tûşî hişmendiyeke cîhanî ya berevajî bûye. Ji bo rizgarkirina ji vê krîzê, pêdivî bi nûveavakirina şêwaza nasnameyî û afirandina hişmendiyeke cîhanî ya rastîn heye.
Mînak, tê hêvîkirin ku îro ensîklopediya Elewî-Bektaşî ya ku tê nivîsandin, bikare vê rewşê û van dualîteyan çareser bike, lê nîşan û delîl nîşan didin ku mixabin, her nivîskar û her ensîklopedînivîs nêrîna xwe ya taybet pêş dixe.
Wûsa di demên dawî de, em gelek caran di gotar û nîşeyên înternetê de rastî şîrove û nêrînên astengî-kêm, zimanê kolanî û nivîsên bêwate tên ku heta li ser aliyên pîroz ên vê baweriyê jî hatine nivîsandin. Ji vê aliyê ve, dikare ev rewş wekî herameşiyeke temam bê pênasekirin.
Lêbelê, li derveyî hewildanên ji bo xwe-pêşxistinê, wan kesan ku ji aliyê fikrî ve ji Elewîtiyê, Elewiyan û tewra aliyên pîroz ên baweriya wan re alîkarî dikin, rolekî girîng di dewlemendkirin û manedarkirina nîqaşê de heye. Ji ber vê yekê, divê bikaranîna rast a çavkaniyên mirovî yên kêm — ku xezîneke nirxdar in ji bo fikr, nîqaş, hilberandin û pêşxistina hişmendiya hevpar — bibe destpêka kar.
Ji bo berdewamiya nîqaşê û beşdariyê di vê warê de:
- Pêdivî ye ku prensîbên bingehîn ji bo pêşeroja Elewîtiyê werin diyar kirin.
- Di diyarkirina van prensîban de, divê dev ji «fêrbûna tûtîwar» (dubarekirina bêwate) bê berdan, «dubarekirina şiyaran» li şûna «hilberîna fikrî» were rawestandin û dev ji bikaranîna dîrokê wekî amûrekê ji bo gihîştina pozîsyonan bê berdan.
- Di vî karî de divê helwestên kesane nebin faktorê diyarker; divê hestekî berpirsiyariyeke dîrokî li hember pêşeroja tevgera Elewî hebe.
- Di vê pêvajoyê de, zanîna berê (sempozyum, kongre, panel) divê ji nû ve bên nirxandin û bi diyarîkirina armancên stratejîk, plankirin bê kirin.
Berî biryarên stratejîk, divê bersiva van pirsan bê dayîn:
- Elewîtî di kîjan waran de ji baweriyên din cuda/baştir e? [Xalên hêz]
- Kêmasiyên me çi ne? [Xalên lawaz]
- Kîjan valahî hene ku nehatine nirxandin? [Derfet]
- Metirsiyên aborî, teknolojîk an qanûnî çi ne? [Metirsî]
Di dawiyê de:
Divê civaka Elewî ji hişmendiya cîhanî ya berevajî rizgar bibe. Ev şoreşeke fikrî û pratîkî dixwaze: şoreşeke fikrî ji bo gihîştina nasnameyeke hevbeş û şoreşeke pratîkî ji bo rizgarkirina ji serdestiya cîhaneke berevajî. Lêbelê, rêya gihîştina vê rojê hîn dirêj e.
…………
Dawiya Peyam/
Your Comment