Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Ebas Eraqçî, di peyama xwe ya li ser tora civakî de ragihand ku Peymana Îslamabadê qet ewqas nêzîkî dawiyê nebûye wekî niha.
Eraqçî di peyama xwe de bal kişand ser hestiyariya vê qonaxê û got: “Heya ku ev peyman bi awayekî fermî neyê dawîkirin, divê dezgehên ragihandinê ji belavkirina şayîse û pêşbîniyan derbarê naveroka wê de dûr bisekinin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha tekez kir: “Di çarçoveya nêzîkatiya me ya berpirsyar û şefaf de, dê hemû hûrgiliyên vê peymanê di dema xwe ya guncaw de ji bo raya giştî bên eşkerekirin.”
Li aliyê din, Donald Trump jî bi reaksiyonekê li ser vê peyama Eraqçî, ew peyam parve kir (retweet kir), ku ev yek wekî nîşaneke erênî ji bo pêvajoya danûstandinan tê nirxandin.

………….
Dawiya Peyam/
Etîket:
#Ebas_Eraqçî #Peymana_Îslamabadê #Donald_Trump #Danûstandinên_Îran_û_Amerîkayê
Your Comment