14 June 2026 - 10:04
Source: kmr.abna24.com
Kemîna Hizbullahê li dijî leşkerên sîyonîst; çend wesayît hatin rûxandin (wêran kirin)

«Hizbullahê di daxuyaniyekê de ragihand ku mucahidên berxwedanê li bajarokê Mecdel Zûn ê ku dikeve derdora bajarê Sûrê, li dijî leşkerên sîyonîst kemînek danîne û zirar û ziyanên teqez gihandine dagirkeran.»

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Hizbullahê di daxuyaniyekê de ragihand ku mucahidên berxwedanê li bajarokê Mecdel Zûn ê ku dikeve derdora bajarê Sûrê, li dijî leşkerên sîyonîst kemînek danîne û zirar û ziyanên teqez gihandine dagirkeran.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya nozdehemîn de ku ji berbangê heta vê saeta roja şemiyê hat dayîn, ragihand ku di çarçoveya parastina Libnanê û gelê wê de, bi pişta xwe bi mafê rewa yê berxwedanê yê li hember dagirkeriyê û azadkirina axê û bersivdayîna binpêkirina agirbestê girêdayî, piştî ku pêşveçûna leşkerên sîyonîst li hundirê bajarokê Mecdel Zûn di saet 18:00 de şopandin, mucahidan kemînek li dijî dagirkeran danî.

Li gorî vê daxuyaniyê, mucahidên berxwedanê di vê kemînê de bi çekên sivik, nîv-giran û rokêtan heta saet 20:00 bi leşkerên sîyonîst re şer kirin û di encamê de, çend wesayîtên ku pê re bûn hatin rûxandin û heta kêliya weşandina vê daxuyaniyê, agir di wesayîtên hatin rûxandin de dadigeşe.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya bîstemîn de ragihand ku mucahidên berxwedanê cara sêyemîn e ku cihê kombûna wesayîtên artêşa dijminê Îsraîlî li derdora başûrê bajarokê Mecdel Zûn dane ber barana rokêtan.

Berxwedanê di daxuyaniya xwe ya dawî de heta vê kêliyê (daxuyaniya bîst û yekemîn) jî ragihand ku wan cihê kombûna wesayît û leşkerên artêşa dijminê Îsraîlî li derdora bajarokê Kefertibnîtê bi çend rokêtan kirine hedef.

Hizbullahê di daxuyaniyên xwe yên berê de jî, di heman demê de ku cihê kombûna wesayît û leşkerên Îsraîlî li herêmên cuda yên başûrê Libnanê dikirin hedef, nûçeya rûxandina çend wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê belav kiribû.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê çend saet berê bi weşandina vîdyoyekê, dîmenên xistina firokeya bêmirov (drone) a sîxuriyê ya biha “Heron 1” a artêşa rejîma sîyonîst nîşan da.

Hizbullahê ragihand ku ev yekem car e di dîroka berxwedanê de firokeya bêmirov a Heron 1 tê xistin.

............…

Dawiya peyamê.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha