16 June 2026 - 18:56
Source: kmr.abna24.com
“Ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) li Stenbolê hate daliqandin (bilindkirin )/ Dengê ‘Lebbeyk ya Husên’ di Mizgefta Zeynebiyeyê de deng veda”

“Hevdem bi hatina meha Muherremê, ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) di merasîmeke manewî de û bi beşdariya berfireh a evîndarên malbata Pêxember (Silav liwî û Ehle beyta wî bin), li ser mizgeft û navenda çandî ya Zeynebiyeyê li Stenbolê hat daliqandin. Di vê merasîmê de Hucetulîslam Seyîd Seccad Husênî, Serokê Encûmena Bilind a Yekîtiya Ulemayên Ceferî ya Tirkiyeyê, di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya rûbirûbûna zilm û stemkariya îroyîn li Xeze, Libnan, Îran û Yemenê.”

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt (s.x) — ABNA —Li gel hatina meha Muherremê, şeva duşemê 15ê Hezîranê, piştî nimêja mexribê, di merasîmekê de ala reş a ku li ser herema pîroz a Îmam Husên (S) dihat hejandin, li mizgeft û navenda çandî ya Zeynebiyeyê hat daliqandin.

Ev merasîm ku ji aliyê Navenda Xizmetên Olî ya Zeynebiyeyê (s.x) ve hat organîzekirin û bi hezaran evîndarên Îmam Husên (S) tê de amade bûn, bi xwendina ayetên ji Qurana Pîroz dest pê kir.

Piştî xwendina Quranê, merasîm bi axaftina Serokê Encûmena Bilind a Yekîtiya Ulemayên Ceferî ya Tirkiyeyê (CABÎR), Hucetulîslam Seyîd Seccad Husênî berdewam kir. Husênî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê rojê û got: ‘Hûn bi ragihandina piştevaniya xwe ya bo bindestan, ji keramet û şerefa mirovahiyê re xwedî derdikevin. Her kesê ku li hember Kerbela û Aşûrayê bêdeng bimîne, ew ê li hember zilmên ku îro li cîhanê diqewimin jî bêdeng bimîne. Îro li Xezze, Libnan, Îran û Yemenê bi hezaran însan; jin, zarok û kal û pîr tên qirkirin. Eger em li hember azarên bindestan hêsiran dibarînin, ev encama dersa ku me ji Kerbela û Aşûrayê wergirtiye ye.’

Wî her wiha anî ziman: ‘Eger em li hember zilmên îroyîn bêdeng bimînin, di rastiyê de me Kerbela û Aşûrayê bi awayekî rast fêm nekiriye. Çawa ku em Yezîd lanet dikin, îro jî divê em hêzên siyonîst û emperyalîst ên ku dest davêjin qirkirina bindestan, şermezar bikin. Wateya rastîn a zindîgirtina Kerbela û Aşûrayê ev e.’

Di dewama merasîmê de, evîndarên Ehl-ul-beytê (S) bi meresîyekirin û sîneyê (sinezenî) xemgîniya xwe nîşan dan. Merasîm bi xwendina duayan û daliqandina ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) berdewam kir.

Merasîma navborî ku bi beşdariya gelê ji deverên cuda yên Stenbolê hat lidarxistin, piştî berzkirina dirûşmeya ‘Lebbeyk ya Husên’ bi dawî bû."

“Ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) li Stenbolê hate daliqandin (bilindkirin )/ Dengê ‘Lebbeyk ya Husên’ di Mizgefta Zeynebiyeyê de deng veda”“Ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) li Stenbolê hate daliqandin (bilindkirin )/ Dengê ‘Lebbeyk ya Husên’ di Mizgefta Zeynebiyeyê de deng veda”

“Ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) li Stenbolê hate daliqandin (bilindkirin )/ Dengê ‘Lebbeyk ya Husên’ di Mizgefta Zeynebiyeyê de deng veda”“Ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) li Stenbolê hate daliqandin (bilindkirin )/ Dengê ‘Lebbeyk ya Husên’ di Mizgefta Zeynebiyeyê de deng veda”

…”

“Dawiya peyamê /”

“Etîket (Tag):”

  • Aşûra
  • Îran
  • Kerbela
  • Xeze
  • Libnan
  • Stenbol
  • Tirkiye

Your Comment

You are replying to: .
captcha