Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Îmam Huseyn (silava Xwedê li ser be) di şeva Eşûrayê de bi şêwazekî axivî û di roja Eşûrayê de jî bi şêwazekî din!
Di şeva Eşûrayê de gotin li ser wê bû: «Naxwazim, hewceyî we nînim, herin, beyeta min ji we rakir.»
Lê di roja Eşûrayê de dibêje: «Werin alîkariya min bikin! Ma alîkar û piştgirek heye? Ma kes heye ku bibe alîkar û bê alîkariya min bike? (هل مِن ناصرٍ ینصرنی؟)»
Di şevê de diaxive daku heke kesekî pîs di nav pak û paqijan de hebe, (derkeve).
Û di rojê de diaxive daku heke kesekî pak di nav pîsan de maye, (derkeve).
Şev, dişêle daku tenê «kesên qenc» bimînin;
û roj, dişêle daku tenê «kesên herî xerab» li hemberî wî rawestiyan.
Çavkanî:
Ji Ayetullah Ha'irî Şîrazî hatiye vegirtin.
Your Comment