Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Berdevkê merasîma oxirkirin û sersaxiya rêberê şehîd ê Îranê, Îman Etar-Zade ragihand ku ji bilî beşdariya berfireh a xelkê, hejmareke zêde ya kesayetên siyasî, çandî, zanistî, olî û akademîsyenên cîhanê ji bo rêzgirtina li rêberê şehîd, li Tehranê amade dibin.
Etar-Zade diyar kir ku berpirsên payebilind û serokên nêzîkî 40 welatên cîhanê di vê merasîmê de cih digirin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, berdevkê merasîmê destnîşan kir: “Hûrgiliyên têkildarî asta şandeyan, navên welatên beşdar û kesayetên payebilind ên ku di merasîmê de amade dibin, dê di demeke nêz de ji aliyê Wezareta Karên Derve ve bi fermî bên ragihandin.”
………….
Dawîya Nûçêyî/
Your Comment