13 July 2026 - 04:36
Source: kmr.abna24.com
“Şehadeta rêber,destpêka vejîneke îslamî ya kûr e;beşdariya mîlyonî ya gel di oxirkirinê de,nîşaneya îradeya wan a ji bo têkoşîna li dijî zordariyê ya

“Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-î Beyt (s.x), bi daxuyaniyekê di salvegera şehadet û oxirkirina Rêberê Şehîd ê Şoreşa Îslamî de, ev ziyan weke karesateke nehatî tefîlkirin (cîgirnehatî) ji bo Îslamê, gelê Îranê û ummeta îslamî da zanîn. Wî oxirkirina dîrokî ya bi dehan mîlyon mirovên li pênc bajarên her du welatan, weke nîşaneya ‘vejiya ummetê’ û îradeya misilmanan a ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî istikbarê (hêzên zordar) û rejîma siyonîst, di bin serokatiya cîgirê wî yê salih de wesif kir.”

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–

Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beyt (s.x) li ser Şehadeta Rêberê Şoreşa Îslamî

بسم الله الرحمن الرحیم

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

﴿وَالَّذِینَ آمَنُوا بِاللَّهِ وَرُسُلِهِ أُولَٰئِکَ هُمُ الصِّدِّیقُونَ وَالشُّهَدَاءُ عِنْدَ رَبِّهِمْ لَهُمْ أَجْرُهُمْ وَنُورُهُمْ ۖ وَالَّذِینَ کَفَرُوا وَکَذَّبُوا بِآیَاتِنَا أُولَٰئِکَ أَصْحَابُ الْجَحِیمِ﴾ (النساء، ۷۴)

 (Ayeta 74 a Sûreya Nisayê)

Şehadeta bendeyê salih ê Xwedê,ji zarowên(Zoriyeta) Resûlê Xwedê, Elî, Fatime û Huseyn (silavên Xwedê li ser wan bin), feqîhê rebbanî, merceyê teqlîd ê şopînerên Ehl-ul Beytê (s.x), ramyar û moselehê nûxwaz, pêşengê ummeta îslamî û rêberê azadîxwazên cîhanê, weliyê feqîh û hakimê adil, têkoşerê bêwestan, nasê dijminan, piştevanê bindestan, miletên herêmê, berxwedana li dijî istikbarê û doza gelê Filistînê, hilgirê ala li benda hatina Mehdiyê benda (Xweda li zuhora wî lez bikê), Îmamê şehîd Ayetullahil-Uzmê Seyîd Elî Husênî Xamineyî; ji bo Îslamê, gelê Îranê, ummeta îslamî û hemû cîhanê, karesateke xemgîn û ziyaneke nehatî tefîlkirin e.

Oxirkirina dîrokî ya gelê Îran û Iraqê û hemû ummeta îslamî – ji Nimêjgeha mezin a Tehranê wekî yadgarekî wî rêberê şehîd, heta Qûma pîroz û herêma pîroz a Fatimeya Mesûme (s.x) û Mizgefta pîroz a Cemkeranê, heta bin qubeyên pîroz ên Necefa Eşref û Kerbelaya Mu’ella li bin milên miletê dilsoz ê Iraqê, û heta Meşhedê ku wekî leşkerekî li cem fermanrewayê xwe (Îmam Riza) aram girt – piştî temenekî ji cîhada zanistî, siyasî û meydanî, hewldana ji bo hişyariya cîhana îslamê, perwerdekirina civakê û avakirina şaristaniyeke nû ya îslamî, bi serbilindî ber bi hevdîtina Xwedayê xwe ve çû. Bi vê yekê, navê wî wekî yekane alim, merce, hakim û rêberê şehîd piştî bapîrê xwe Emîrê bawermendan Îmam Elî (s.x), di rûpelên dîrokê de nemir ma.

Şehadeta pêşengê mezin ê misilmanên cîhanê, destpêka “Be’seta” (vejîna) gelê Îranê û ummeta îslamî bû. Tevlîbûna dehan mîlyon însanên azad di hemû meydanên Îranê de û di merasîmên oxirkirinê yên bêhempa yên li pênc bajaran û du welatan de, ku bêguman heke şert û merc amade bûna, dê hemû ummeta îslamî tê de beşdar bûna, nîşaneya vejîna ummetê, îradeya misilmanan a ji bo şerê li dijî istikbarê, Amerîkaya xwînxwar û rejîma Siyonîst a neşer’î ye. Ev rêya cîhadê, di bin serokatiya cîgirê wî yê salih, Ayetullah Seyîd Mûçteba Husênî Xamineyî (weda temenek direj bbidîye) de, heta bidestxistina serkeftinê, avakirina bingehên şaristaniya nû ya îslamî û hatina rizgarkerê cîhanê û avakirina dewleta adil, wê bidome.

Ez bi navê xwe, bi navê Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beytê (s.x) û hemû şîe, misilman û edaletxwazên cîhanê, sipasiya xwe pêşkêşî hemû wan kesan dikim ku tevî zehmetiyên rê û şert û mercên giran ên herêmê, di van merasîmên dîrokî de beşdar bûn. Hêvî dikim ku kêmasiyên heyî bi dilfirehiya xwe bibexşînin.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku me di berdewamkirina rêya vî Îmamê şehîd de bi ser bixe û me di sozên xwe yên Xwedayî de dilsoz bihêle.

Riza Remezanî

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beytê (s.x)

“Dawiya peyamê/”

[Etîket/Tag]

“Etîket: Îran, Iraq, Civata Cîhanî ya Ehl-ul Beytê (s.x), Be’set, Rêberê Şehîd, Îmam Xamineyî”

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha