Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Max Blumenthal, rojnamevanê Amerîkî û damezrînerê malpera “The Grayzone”, ku vê dawiyê ji bo şopandina merasîma oxirkirin û teziyeya Ayetullahê Mezin Seyîd Elî Xaminêyî, rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî, çûbû Îranê, ragihand ku piştî vegera wî bo Amerîkayê, rastî zext û çewisandina siyasî ya rêveberiya Donald Trump hatiye.
Blumenthal di peyamekê de li ser tora civakî ya X, bi rexnegirtina ji hêrsa dewleta Amerîkayê li hember çalakiyên xwe yên medyayî nivîsî: “Di karekî de ku ji bo cezakirina rojnamegeriya min a rastgo ye, piştî vegera ji Îranê, ez rastî zext û çewisandina siyasî ya rêveberiya Trump hatim.”
Wî zêde kir: “Desteserkirina kelûpelên min, karekî eşkere yê tirsandinê bû ku armanc jê ew e ku min û kesên din ji amadekirina raporên rexneyî yên derbarê Îranê de dûr bixin. Dibe ku sedema vê yekê ew be ku lêpirsînerên min ên ji Saziya Gumrik û Parastina Sînoran ji min pirsîn ka ez ê di demeke nêz de ji bo amadekirina raporê vegerim Tehranê an na.”
Wî diyar kir: “Ev kartela sûcdar a ku di bin bandora Îsraîlê de ye, bi awayekî eşkere ji ber raporên min ên ji Tehranê hest bi gefê dike; cîhekî ku min tê de girseya mezin a xelkê û berteka tund a giştî ya li hemberî terorkirina (şehîdkirina) Ayetullah Seyîd Elî Xaminêyî nîşan da, tawanên şer ên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî sivîlan ji nêz ve eşkere kirin û bi rayedar, muzakirekar û kesayetên bibandor ên Îranî re gotûbêjên eşkere pêk anîn.”
Li gorî rojnameya “The Times” a Îngilistanê, amadebûna kesayetên medyayî û rojnamevanên biyanî tenê bi beşdariya wan a di merasîma oxirkirinê de sînordar nebû, belkî ev beşek bû ji şerê berfirehtir ê li ser wêneya Îranê di bin siya şer de. Van kesayetên bibandor ên torên civakî û medyayî, Îran wekî welatekî yekgirtî û berxwedêr nîşan dan û rêberê şehîd ê înqilabê wekî sembola berxwedana li hemberî bandora Amerîka û rejîma siyonîst nîşan dan.
Amadebûna Amerîkiyan di merasîma oxirkirina rêberê şehîd ê înqilabê de, hêrsa kesayetên nêzîkî Donald Trump, serokomarê Amerîkayê anî. Sebastian Gorka, cîgirê şêwirmendê Trump, di nav daxwazên ji bo şopandina hiqûqî ya beşdaran piştî vegera wan bo welat, wê nerîna ku îşaret bi yasaya “xiyaneta li Amerîkayê” dike, nîşan da (retweet kir).»
…
Dawiya peyamê
Etîket:
Îran, Amerîka, Donald Trump, Rejîma Siyonîst, Şoreşa Îslamî, Rêberê Şehîd
Your Comment