Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —Ligel destpêkirina vekişandina sîstema parastina esmanî ya Patriot û beşeke mezin a hêzên Amerîkayê di çarçoveya bicihkirina peymana ewlehiyê ya navbera Bexda û Washingtonê de li baregeha Hewlêrê, nîşaneyan guhertinên di hevsengiya ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê de nîşan didin.
Ligel lawazbûna amadebûna leşkerî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Tirkiye ew alî ye ku derfet jê re çêdibe ku zêdetir ji her carê hejmûna xwe li ser Başûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bisepîne.
Tirkiye bi berfirehkirina destwerdanên xwe yên ewlehî û leşkerî li sînor û navçeyên çiyayî yên Bakurê Iraqê, bi behaneya şopandina PKK’ê û herwiha pêşîgirtina li binpêkirinan li sînorê hevpar ligel Herêmê û bi navê parastina ewlehiya welatê xwe, wisa dixuye ku ji her aktorekî din zêdetir xwe amade kiriye da ku cihê Amerîkayê li Bakurê Iraqê tije bike.
Li gorî raporteke Al-Monitor û nirxandinên kanala Kurdistan Watch, Amerîkayê proseya vekişandina kereste û hêzên xwe ji baregeha firokexaneya Hewlêrê dest pê kiriye.
Di çarçoveya peymana ewlehiyê ya Bexda û Washingtonê de, pêwîst e heta meha Îlonê, vekişandina beşeke mezin a hêzên Amerîkayê li Hewlêrê bi dawî bibe. Li gorî raportê, sîstema parastina esmanî ya Patriot jî ji baregeha Hewlêrê hatiye rakirin.
Çavkaniyekî agahdar di vî warî de ji Al-Monitor re ragihand, ji ber kêmbûna mûşekên parastinê yên sîstema Patriot, niha pêşîniya Amerîkayê parastina welatên Kendava Fars û Urdunê ye, herwiha Herêma Kurdistanê êdî ne di rêza pêşîn a girîngiya Amerîkayê de ye.
Lê belê ev vekişandin nayê wateya bidawîbûna hevkariyên leşkerî yên navbera Amerîka û Iraqê. Michael Knights, serokê lêkolînan li peymangeha Horizon Engage ji Al-Monitor re ragihand, wisa dixuye ku hêzên taybet ên Amerîkayê li hin navçeyên Iraqê bi awayekî sînorkirî û kêm bimînin û hevkariya ewlehî ya navbera her du welatan dê berdewam bike.
Di heman demê de, şirovekar dibînin ku encama herî girîng a vê pêşhatê dê bibe sedema zêdebûna rola Tirkiyeyê di hevkêşeyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de.
Pêşhatên çend mehên borî nîşan didin, ligel kêm-bûna hebûna leşkerî ya Amerîkayê û çekdanîn û bidawîbûna metirsiya PKK’ê – ku wekî beşek ji proseya aştiyê ya ligel Tirkiyeyê, hêdî hêdî ji hin navçeyan xwe vekişandiye, bi taybetî li wan navçeyên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kontrol dike – hêzên Tirkiyeyê amadebûna xwe berfirehtir kirine da ku rê li ber çêbûna valahiya ewlehiyê bigirin.
Heya niha ne diyar e ka ev prose dê bibe sedema belavkirina rasterast a hêzên Tirkiyeyê bo nava bajarê Hewlêrê, lê hin raport amaje bi vê yekê dikin ku ku PKK çiyayê Garê bicîh dihêle û artêşa Tirkiyeyê cihê wan digire.
Ger ev raport rast bin, girîngiya wê ya stratejîk dê heta ji damezrandina baregeheke mayînde ya Tirkiyeyê li Hewlêrê jî zêdetir be. Çiyayê Garê beşeke girîng a rêçikên peywendiyê yên navbera navçeyên di bin kontrola PDK’ê de li parêzgehên Dihok û Hewlêrê ye, û kontrolkirina wê dikare sûdeke berçav bide Tirkiyeyê di rêvebirina pêşhatên ewlehî yên Bakurê Iraqê de.
Ji bo PDK’ê, ev rewş hem derfet e û hem jî tehrîdek e (zehmetiyek e). Ew partî di salên borî de hewl daye ku zêde pişta xwe bi Enqereyê nebestîne û di heman demê de hevkariya stratejîk a ligel Tirkiyeyê biparêze.
Ji ber vê yekê jî Hewlêrê peywendiyên xwe ligel welatên Ereb ên Kendavê û bi taybetî Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb (UAE) berfirehtir kiriye û kanalên peywendiyê ligel Îranê parastine û di heman demê de peywendiyeke nêzîk ligel Amerîka û welatên Rojava saz kiriye.
Lê kêm-bûna hêdî-hêdî ya hebûna Amerîkayê û berfirehbûna bandora meydanî û ewlehî ya Tirkiyeyê dikare vê hevsengiyê têk bide. Di van şert û mercan de, wisa dixuye ku Enqere pêgeha xwe wekî aktora biyanî ya herî girîng li wan navçeyên ku PDK kontrol dike, zêdetir ji her carê bisepîne; proseya ku dibe ku hêdî hêdî pêgeha Hewlêrê di siyaseta navçeyê de kêm bike û cihê manevrayên partiyê di rêkxistina peywendiyan de ligel aktorên din sînor bike.
Herwiha ev pêşhat nîşan dide ku paşeroja ewlehiya Herêma Kurdistanê zêdetir ji her demê bi awayê rêvebirina peywendiyên navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê ve girêdayî ye, û herwiha bi çarenivîsa proseya aştiyê ya navbera Tirkiye û PKK’ê; proseyeke ku dikare guhertinên berçav di nexşeya jeopolîtîk a Bakurê Iraqê de di salên bê de pêk bîne.
………….
Dawiya Peyam
Tags:
#Amerîka #Îran #Hewlêr #HerêmaKurdistanê #PKK
Your Comment