1 August 2026 - 11:26
Source: kmr.abna24.com
Fermandarê Iraqî: Hemû rêyên ku diçin Kerbelayê ewle ne

Seccad El-Esedî, yek ji fermandarên Heşda Şe'bî ya Iraqê, got:"Hemû rêyên ku ber bi Kerbelaya Muellaya diçin, tevî deriyên sînorî û firgehan, bi temamî ewle ne û hêzên Heşda Şe'bî hewildanên mezin dikin ji bo ewlekirina ziyaretvanan."

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beyt (s.x) – ABNA – Ku ji el-Melûme vegotiye, Seccad El-Esedî, yek ji fermandarên hêzên Heşda Şe'bî, tekez kir ku merasîmên Erbaîna Huseynî (s.x) di asta herî bilind de ne û ziyarevan hê jî ji hundirê Iraqê û derveyî wê tên û dikevin parêzgeha Kerbelaya Muellaya.

Wî zêde kir:

"Em şahidê hebûna milyonan ziyarevanan ji parêzgehên cuda yên Iraqê û welatên cîhanê li Kerbelaya Muellaya ne."

El-Esedî diyar kir ku plana ewlekarî û xizmetguzariyê ya taybet a merasîmên Erbaîna Huseynî (s.x) bi awayekî baş tê bicihanîn. Wî got:

"Hemû rêyên ku ber bi Kerbelaya Muellaya diçin, tevî deriyên sînorî û firgehan, bi temamî ewle ne û hêzên Heşda Şe'bî hewildanên mezin dikin ji bo ewlekirina ziyaretvanan."

...............

Dawiya peyamê

Etîket (brîçk):

  • Seccad El-Esedî
  • Heşda Şe'bî
  • Piyadeya Erbaînê

Your Comment

You are replying to: .
captcha