2 August 2026 - 10:12
Source: kmr.abna24.com
«Vegirtina merasîma  Erbainê li Kerbelayê bi beşdariya 700 rojnamevan û çalakvanên medyayî hatin şopandin»

«Rêveberê ragihandin û peywendiyên hikûmetê yê parêzgeha Kerbelaya Mu’ella ragihand ku, ji bilî amadebûna 143 rojnamevan û çalakvanên medyayî yên ereb û biyanî ji neteweyên cuda yên ji bo şopandina ziyareta Erbainê, nêzîkî 600 rojnamevan, çalakvanên medyayî, wênesaz (fotografger) û karmendên teknîkî jî di şopandina van rêwresman de beşdar in.»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyîan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Tewfîq el-Hibalî, rêveberê ragihandin û peywendiyên hikûmetê yê parêzgeha Kerbelaya Mu’ella, ragihand ku amadekariyên medyayî yên taybet bi ziyareta Erbainê bi vekirina navendeke medyayî ya amadekirî (bi pêdiviyên nûjen) ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji rojnamevan û dezgehên medyayî yên xwecihî, erebî û biyanî re, hatine temamkirin.

Li gorî raporta “Şafaq News”, El-Hibalî di axaftina xwe ya bi vê dezgehê re diyar kir ku navenda medyayî ya taybet bi Erbainê, xwediyê platformeke (stage) taybet e ji bo weşana zindî ya bernameyên medyayî, her wiha xizmetguzariyên înternetê, cihê bêhnvedanê yê taybet bi rojnamevanan û gihîştina bi amûr, hejmar û zanyariyên hûrbîn ên têkildarî rêwresmên Erbainê di nav xwe de digire.

Wî rave kir ku parêzgeha Kerbelayê 23 wesayîtên weşana satelîtê (SNG) li seranserê bajêr û rêyên ku digihêjin wir bi cih kirine û 18 amûrên “LiveU” jî ji bo piştevaniya lojîstîkî ya weşana zindî ya bûyeran, xistine xizmeta dezgehên medyayî.

El-Hibalî her wiha got ku, ji bilî amadebûna 143 rojnamevan û çalakvanên medyayî yên ereb û biyanî ji neteweyên cuda ji bo şopandina ziyareta Erbainê, nêzîkî 600 rojnamevan, çalakvanên medyayî, wênesaz (fotografger) û karmendên teknîkî jî di şopandina van rêwresman de beşdar in, ku ev yek nîşana bala berfireh a medyaya cîhanê ya li ser rêwresmên Erbainê ye.

Wî di dawiyê de tekez kir ku parêzgeha Kerbelaya Mu’ella hewl dide ku hemû pêdivî û hêsankariyên teknîkî û lojîstîkî yên pêwîst ji bo misogerkirina serkeftina şopandina medyayî ya vê bûyerê, li gorî qebareya mezin a amadebûna zayîran di rêwresmên milyonî yên Erbainê de ku her sal tê lidarxistin, peyda bike.»

Dawiya peyamê

Tag-ên:

  • #Erbain:
  • #Kerbela:
  • #Rojnamevan:
  • #Medya:
  • #Ziyaret:
  • #Nûçe:

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha