Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA — Nêrînek ji helwesta Ehlê Sunnet ve: Li ser hezkirina Pêxember (s.x.a), destana Kerbelayê û razê mayîndetiya Erbaînê
Carinan dîrok mirovekî tîne dinyayê ku bi mirina wî re dawî lê nayê; belkî jiyana wî ya rasteqîn nû di bîra gelan de dest pê dike. Huseyn kurê Elî (silav lêbin) yek ji wan mirovan e.
Zêdetirî sêzdeh sedsal di ser bûyera Kerbelayê re derbas bûne, lê navê Huseyn hîn jî zindî ye; di dilê bi milyonan misilmanan de, di helbest û wêjeyê de, di mîmber û mîhraban de û di mezintirîn kombûnên mirovahiyê yên cîhanê de. Lê pirsa ku her sal di rojên Aşûra û Erbaînê de dubare dibe ev e:
“Ev Huseyn kî ye ku bi milyonan mirov ji bo ziyareta wî bi peyatî ber bi Kerbelayê ve diçin?”
Ev pirs dikare ji gelek aliyan ve were bersivandin; lê yek ji girîngtirîn bersivan divê di sunneta nebewî û çavkaniyên bawerpêkirî yên Ehlê Sunnet de were lêgerîn.
Huseyn; neviyê Pêxember û hezkiriyê Resûlê Xwedê(silav liwanbin)
Huseyn kurê Elî (silav liwanbin) kurê Elî kurê Ebû Talib û hezretî Fatime Zehra (s.x) û neviyê Resûlê Ekrem (s.x.a) e.
Pêgeha wî di nêrîna Ehlê Sunnet de, tenê bi neseba malbatî re sînordar nabe. Di çavkaniyên hedîsan ên Ehlê Sunnet de, gelek hedîs li ser fezîletên Hesen û Huseyn (silav liwanbin) ji Pêxemberê Ekrem (s.x.l) hatine veguhestin.
Yek ji van gotinên herî navdar ên Pêxember ev e:
“الْحَسَنُ وَالْحُسَيْنُ سَيِّدَا شَبَابِ أَهْلِ الْجَنَّةِ”
Wate: “Hesen û Huseyn, serokên ciwanên bihuştê ne.”
Ev hedîs di “Camîa Tirmizî”, pirtûka “El-Menakib”, beşa “Menakibê Hesen û Huseyn”, hedîsa 3768an de hatiye û Îmam Tirmizî ew wekî “Hesen Sehîh” nirxandiye.
“Huseyn ji min e û ez ji Huseyn im”
Dibe ku yek ji xweşiktirîn gotinên Pêxember di derbarê Huseyn (s) de ev hedîs be:
“حُسَيْنٌ مِنِّي وَأَنَا مِنْ حُسَيْنٍ، أَحَبَّ اللَّهُ مَنْ أَحَبَّ حُسَيْنًا”
Wate: “Huseyn ji min e û ez ji Huseyn im; Xwedê hez dike ji her kesê ku ji Huseyn hez bike.”
Ev hedîs di “Camîa Tirmizî”, pirtûka “El-Menakib”, hedîsa 3775an de hatiye û Îmam Tirmizî ew wekî “Hesen” nirxandiye. Ev hedîs kilîta têgihiştina hezkirina Huseyn e.
Huseyn; “Gula bînxweş” a Pêxember(s.x.a)
Di “Sehîhê Buxarî” de jî hatiye ku Pêxemberê Ekrem (s.x.l) di derbarê Hesen û Huseyn de got:
“هُمَا رَيْحَانَتَايَ مِنَ الدُّنْيَا”
Wate: “Ew her du, du gulên min ên bînxweş ên ji dinyayê ne.”
Ev hedîs di “Sehîhê Buxarî”, pirtûka “Fezîletên Hevalên Pêxember”, hedîsa 3753an de hatiye.
Huseyn di nava Ehlê Beytê Pêxember (s.x.a)de
Di “Sehîhê Mislim” de, hedîsa navdar a "Kisa"yê hatiye. Yek ji hevjînên Resûlê Xwedê vediguhêze ku Pêxemberê Ekrem (s.x.a), Hesen, Huseyn, Fatime û Elî (silav liwanbin) di bin kisa (çadir/pêçan) de kom kirin û ew wekî Ehlê Beytê xwe dane nasîn. (Sehîhê Mislim, hedîsa 2424).
Kerbela; cihê ku dîrok bi temamî guherî
Lê Huseyn ne tenê ji ber ku neviyê Pêxember bû, di dîrokê de mayînde ma. Kerbelayê Huseyn kir nîşanek (sembol). Bûyera Aşûrayê yek ji bûyerên herî bi êş ên dîroka Îslamê ye.
Di “Sehîhê Buxarî” de, Ebdullah kurê Umer dema behsa bûyera kuştina kurê keça Pêxember dike, wê hedîsa navdar a Pêxember a li ser Hesen û Huseyn tîne bîra xwe û dibêje: “Ew her du, du gulên bînxweş ên Pêxember bûn ji dinyayê.”
Kerbela; bûyereke dîrokî yan peyameke nemir?
Kerbelayê veguherî peyamekê: Peyama rûmetê, peyama dilsoziyê, peyama fedakariyê, peyama azadîxwaziyê û peyama rawestandina li hemberî zilmê. Ji ber vê yekê ye ku Huseyn piştî şehadeta xwe, di bîra dîrokî ya misilmanan de biçûk nebû; belkî mezintir bû.
Erbaîn; gava bîranîneke dîrokî dibe tevgereke cîhanî
Heke Kerbela bûyereke dîrokî bûya, Erbaîn nîşan dide ku ev bûyer çawa di bîra komî ya mirovan de zindî maye. Di sala 2025an de, li gorî raporta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), nêzî 22 milyon zayir di merasîma Erbaînê ya li Iraqê de amade bûn.
Erbaîn tenê ne çûyîna ji bajarekî bo bajarekî din e. Di rêya Erbaînê de, mirovên ji netewe û çandên curbecur li kêleka hev disekinin. Ji nêrîna civaknasî ya olî ve, ev diyarde pir balkêş e. Ol li vir tenê ne baweriyeke hişî ye; belkî veguheriye reftarên civakî, hevgirtin û xizmeta ji bo yê din.
Huseyn(s.x); xalek ji bo yekîtiya misilmanan
Yek ji kapasîteyên girîng ên kesayetiya Huseyn (s.x), şiyana wî ya ji bo veguherîna bi xalekê bo hevxemiya misilmanan e. Hezkirina Ehlê Beytê Pêxember(s.x.a), ne tenê aîdê mezhebekê ye. Ehlê Sunnet jî li gorî çavkaniyên hedîsan ên bawerpêkirî, hezkirin û rêzgirtina ji malbata Pêxember re, wekî beşek ji bawerî û edeba olî dibînin. Huseyn dikare zimanê hevpar ê hezkirinê be.
Ji hezkirina Huseyn(s.x.a) heta berpirsyariya civakî
Lê hezkirina Huseyn divê tenê di girî û hestan de neyê kurtkirin. Ger em ji Huseyn hez dikin, divê em ji wî fêr bibin. Ger Huseyn nîşana rûmetê ye, divê em rûmeta mirov biparêzin. Ger Huseyn nîşana fedakariyê ye, divê em li hemberî pirsgirêkên civakê berpirsyar bin.
Peyama dawî
Huseyn (s.x.a) tenê navek di pirtûkên dîrokê de nîne. Ew peyamek e. Kerbela rojek bû; lê peyama wê ne tenê rojekê ma. Aşûra bûyerek bû; lê Huseyn veguherî çandekê. Û Erbaîn, her sal nîşan dide ku bîranîneke olî çawa dikare bi milyonan mirov ji xalên cuda yên cîhanê li dora hev kom bike.
Dibêje: “Huseyn ji dinyayê çû; lê ew tiştê ku ew jê re rawestiya, tu carî namire.”
Silav li Huseyn;
Silav li malbata Pêxember;
Û silav li hemû mirovên ku rêya heqîqet û azadîxwaziyê hildibijêrin.
Nivîskar: Mamosta Abid Neqîbî
Lêkolînerê ol û mezhebên îslamî
…………………………
Çavkaniyên sereke yên Ehlê Sunnet:
- Buxarî, “Sehîhê Buxarî”, pirtûka Fezîletên Hevalên Pêxember, hedîsa 3753.
- Mislim kurê Hecac, “Sehîhê Mislim”, pirtûka Fezîletên Hevalên Pêxember, hedîsa 2422.
- Mislim kurê Hecac, “Sehîhê Mislim”, pirtûka Fezîletên Ehlê Beytê Pêxember, hedîsa 2424.
- Tirmizî, “El-Camî”, pirtûka El-Menakib, hedîsa 3768.
- Tirmizî, “El-Camî”, pirtûka El-Menakib, hedîsa 3775.
- Îbn Macê, “El-Sunen”, pirtûka El-Muqedime, hedîsên 142 û 143.
- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), Raporta nirxandina merasîma Erbaînê, 2025.
Your Comment