21 August 2026 - 17:33
Source: Tasnim News
“Hizbullah a Lubnanê: Washington li pey çêkirina tevliheviyê ye li Lubnanê”

“Hizbullahê bi şermezarkirina dorpêçên nû yên Amerîkayê, tekez kir ku Washington li pey çêkirina tevliheviyê ye li Lubnanê.”

Ligorî rapora ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlebeytê (s.x) – ABNA – Hizbullah a Lubnanê îro Înê bi daxuyaniyekê, biryara nû ya Wezareta Xezîneyê û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya ji bo xistina navê vê tevgerê di lîsteya dorpêçan de şermezar kir. Hizbullahê ev gav wekî beşek ji polîtîkayên berdewam ên Washingtonê yên ji bo armanckirina berxwedanê û dorpêçkirina wê ya siyasî, darayî û ewlehiyê binav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Amerîka li şûna ku rejîma Siyonîst mecbûr bike ku ji başûrê Lubnanê vekişe û êrîşên xwe rawestîne, hewl dide li Lubnanê alozî derxe û rêya têkoşîna li dijî vî rejîmî biguherîne. Hizbullahê tekez kir ku ew bi “têkiliya biratiyê” ya bi Komara Îslamî ya Îranê re serbilind in û anî ziman ku Îranê di nûavakirina Lubnanê de piştî şerê sala 2006an roleke sereke lîstiye.

Hizbullahê her wiha destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo biryardana li ser yên din, tu “şiyaneke exlaqî û yasayî” nîne û amaje bi dîroka sûcên Amerîkayê yên li Viyetnam, Efxanistan û Iraqê, piştgirîkirina qirkirina li Xezzeyê û êrîşên li dijî Îranê kir û ew wekî “Serkêşê Terorê yê Cîhanê” (Um el-Terhab) bi nav kir.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hizbullahê tekez kir ku dorpêç û dabeşkirinên neheq, tu carî berxwedanê ji parastina ax û serweriya Lubnanê venagerîne û berxwedan dê beşeke resen a dîrok, niha û paşeroja Lubnanê bimîne.

…………

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha