Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Berdevkê UNICEF’ê Rîcard Pîres destnîşan kir ku tevî agirbesta li Xezayê zêdetirî 340 zarokî hatine qetilkirin û nêzî 800 zarok jî ji cih û warên xwe bûne.
Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Rîcardo Pîres di civîna çapemeniyê ya heftane ya li Ofîsa NY’yê ya Cinêvê têkildarî êişên Îsraîlê yên tevî agirbestê û rewşa dawî ya li Xezayê ya di bin dorpêçê de nirxand.
Pîres anî ziman ku tevî agirbestê û vir ve salek borî lê di vê navberê de zêdetirî 340 zarok di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane, bi sedan jî birîndar bûne.
Pîres destnîşan kir ku tevî agirbestê di êrişên du hefteyên dawî de 5 kur û 2 zarokên keç jiyana xwe ji dest dane û bikêmanî jî 33 zarok jî bi cidî birîndar bûne. Pîres bibîr xist ku 2 zarokên kur ji ber birînên berê jiyana xwe ji dest dan û bi vî rengî bal kişand ser rewşa zarokan a xedar.
Pîres daxuyakirin ku li Xezayê nêzîkî 800 zarok ji cih û warên xwe bûne, zarok yan di konan de yan jî li avahiyên hatine bombekirin û di xeteriyê de ne dijîn.
Berdevkê UNICEF’ê Pîres bibîr xist ku li Xezayê 60 hezar zarok an yek ji dê-bav an jî herdu winda kiriye û diyar kir ku her çendî di warê xorek de hinek baş bûn hebe jî lê ji ber şer tranvayên rojane hê jî dewam dikin û li benda zivistaneke nû ne.
Pîres anî ziman ji piştî agirbesta Cotmeha 2025’an û vir ve 560 zarokan zêdetir li 200 navendên perwerdehiyê yên ji aliyê UNICEF’ê ve tên piştgirîkirin dest bi xwendinê kirine.
Your Comment