27 October 2026 - 21:55
Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Cîhanê; Îran bû qaremanê cîhanê

Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê di dewama Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê û rojek berî bidawîhatina pêşbirkan, qaremaniya xwe misoger kir ta ku ji bo sala duyemîn a li dû hev pileya qaremaniya cîhanê bi dest xist; Şanaziyek ku ji bo cara yekê di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Endamên tîma guleşta ferengî ya Îranê heta dawiya roja sêyemîna pêşbirkan, heft mîdal bidest xistin. Herwiha ji ber ku di kêşên 67 û 87 Kîlogiremê de guleştgirên Îranê derbasî lîstikên fînalê bûn, hejmara mîdalên hetmî yên tîmê gihîşte 9 mîdal ji 10 kêşan.

Elîriza Mohmedî di kêşa 87 Kîlogiremê de jî îro mîdala zîv bi dest xist.

Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê piştî lîstika baş a kêmînak di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de û qaremaniya li dû hev di Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê de û bi destxistina 9 mîdalên cûrbicûr, wê sibê vegere welêt.

……….

Dawiya Raporê/

Your Comment

You are replying to: .
captcha