AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

17 sermawez 2022

18:50:23
1324100

Erdogan: "Peymana Korîdora Dexl ya Behra Reş 120 roj hatiye dirêjkirin"

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Peymana Korîdora Dexl ya Behra Reş 120 roj hatiye dirêjkirin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê Peymana Korîdora Dexl ya Behra Reş da daxuyanî da.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir bi mazûnaviya Tirkiyeyê di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkiye, Federasyona Rûsyayê û Ukraynê da biryar hatiye hildan û got ku Peymana Korîdora Dexl ya Behra Reş ji 19ê Mijdara 2022an pê va 120 roj hatiye dirêjkirin.

Erdogan di daxuyaniya xwe da got, di nava 4 mehan da bi nêzîkî 500 keştiyan ji 11 milyon tonî zêdetir dexl û dehn hatiye kişandin ku ev nîşan dide ev peyman çiqasî girîng e.

Peymana sewqiyata dexl û dehnê 22yê Tîrmehê li Stenbolê di navbera Ukrayna, Rûsya, Tirkiye û NYê da hatibû îmzekirin.

342/