AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

8 gulan 2023

20:45:39
1363884

Siyaseta cidî ya Îranê, çareserkirina pirsgirêlkên bi Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê re ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, derbarê raporên têkildarî, danîan kamêrayên nû yên ajansê teqez kir: Siyaseta cidî ya Îranê, çareserkirina pirsgirêkên bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re ye.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê îro di civîna rojnamevaniyê ya heftiyê de got: Emê nehêlin mijarên têkildarî xebata bi aşitî ya navokî ya Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya îdiayên ku dikevin rojevê, bibin berbendek ser riya demajoya hevkariyên Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re. 

 Kenanî derbarê boykotên muhtemel dijî Îranê jî got: Îranê nîşan daye ku jibo parastina mafên gelê Îranê cidî ye û çawa ku me ragihand  xebatên Îranê bi aşitî ne. 

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Emerîkayê derbarê xebatên Rejîma Siyonîst û berpirsiyariyên kiryarên xirabkaarne yên wan bêdeng dimîne di halekî de ku xebatên Îranê tim bi aşitî bûne. 

342/