AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : kurdpress
duşem

26 pûşper 2017

3:58:33
838837

Ziman neynika wijdana mirov e

Ziman ji xeynî ku nasname û pênaseya her miletekî ye, neynika wijdana mirov li hemberî xwe ye û ezmûneke xwedayî ya man û nemanê ye.

Ziman kevirê bingehîn ê avakirina şaristaniya gel û miletan e. Ji ber sedemên cuda cuda, piraniya nivîskarên Kurd li kêleka zimanê kurdî, bi hin zimanên din jî dizanin. Lewma jî ew rastî ezmûneke dijwar tên û neçar dibin zimanekî ji xwe re hilbijêrin ji bo afirandin û nivîsandinê. Bêguman hilbijartina rast ew e her mirovek bi zimanê dayika xwe dahênanê bike. Lê gelo sedemên vê hilbijartinê çi ne?

Ziman ji xeynî ku nasname û pênaseya her miletekî ye, neynika wijdana mirov li hemberî xwe ye û ezmûneke xwedayî ya man û nemanê ye.

Piraniya nivîskar û ronakbîrên Kurd bi bêtirî zimanekî dizanin, lewma meseleya hilbijartina zimanê kurdî wek zimanê dahênan û afirandinê bi giştî tê wateya serkeftina di wê ezmûna sosret de.

Ehmed Huseynî di pêşgotina berhemên xwe yên giştî de behsa sedemên hilbijartina zimanê kurdî wek zimanê nivîsandinê dike û dibêje: "Min hewl da ku di helbesta xwe de rehên êşê biteqînim. Min ji xwe re got, de bila ev ziman zimanê dayika min be, de bila di her helbestekê de vedîtina vî zimanî ber bi asoyekî din ve bifire. Min bi zimanê xwe nivîsand da ku wateya hebûna xwe ya di vê gerdûnê de ji dest xwe winda nekim, da ku mêvandariya min ne ewqasî bi jiyanê giran be."

Deham Ebdilfetah gava dibîne qada zimanê kurdî beyar e, dest bi vexepartina axa zimanê kurdî dike û li ser girîngiya nivîsandina bi kurdî dibêje: "Nivîsandina bi zimanê kurdî du armancan pêk tîne: Ya yekem ramana naverokê li xwendevanan diyar û pêşkêş dike û ya duyem jî alîkarî û xizmeta zimên bi xwe tê kirin û bi teybetî dema ku ew naverok bi zimên ve girêdayî be û her du cok jî ber bi kaniya têrkirin û zengînkirina zimanê kurdî ve diherikin. Ziman tevna derbirînê ye. Eger tevna me sist û nakok be, gelo em ê çawa tej û xaliyan pê birêsin! Berî ku em dest bi çêkirina berr û xalîçeyan bikin gerek em tevna xwe ango ziman saz bikin."

Merwan Berekat pêşketina Kurdan û geşbûna şaristaniya wan bi zimanê wan ve girê dide û dibêje: "Dema miletek şaristaniya xwe bi zimanê xwe yê zikmakî ava bike, bêguman ew bi navê wî tê danasîn û kesek nikare wê şaristaniyê bi dîroka miletekî din ve girêde. Lê dema miletek hemû warên şaristaniya xwe bi zimanê miletekî din ava bike, ew milet ne xizmeta dîroka xwe û ne jî xizmeta zimanê xwe dike û li dawiyê ew şaristanî ne bi navê wî tê nasîn. Zimanê her miletekî, ji bo wî mayîn, parastin û taybetiyeke netewî ye. Dema miletek zimanê xwe yê netewî ji bîr bike û zimanekî din bi kar bîne, ew milet dihele û nema wek neteweyeke serbixwe dimîne.