17 December 2024 - 09:42
CENTCOM: Em nahêlîn DAIŞ xwe jinûve ava bike

NAVENDA NÛÇEYAN

CETNCOM’ê da zanîn ku wê êrişên hewayî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û di encamê de 12 çete hatin kuştin. General Michael Erik Kurilla diyar kir ku CENTCOM û hevkarên wê yên herêmê rê nadin DAIŞˋê ku xwe jinûve ava bike û sûdê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê wergire.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da û ragihand ku di 16’yê Kanûnê de li dijî baregeh û sîxurên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên rejîma berê û Rûsyayê yên Sûriyeyê êrişên hewayî pêk anîn û di encamê de 12 terorên DAIŞˋî hatin kuştin.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hat diyarkirin ku ev êrişên li dijî serçeteyên DAIŞˋê, sîxur û baregehên wan beşek ji erka li dijî wê rêxistinê, lewazî û têkbirina wê ye, her wiha bi armanca rê li pêş komên terorîst were girtin ku êrişan pêk neynin û DAIŞ careke din xwe li Sûriyeyê ava neke.

Girêdayî wê, general Michael Erik Kurilla ragihand ku CENTCOM bi hevkariya hevkarên xwe yên li herêmê rê nadin ku DAIŞ xwe jinûve ava bike û sûdê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê wergire.

ABNA: Amarîka bi xwe DAIŞ Damezradînya hela dibe em nahelin be meydanê wun zeda darowa nekin ji komelanra wun ji rojhilata navîn biêin dinya e xwûș bibe heka wun rast taxivin peșîya jenosîda Xezze bigirin.