Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî hêvî xwest ku lihevkirinên li Têhranê bi kêrî her du welatan bê û her du alî jî ji berê zêdetir erkên xwe yên cîrantiyê pêk bînin.
Hezretê Ayetulah Xamineyî di vê hevdîtinê de her wiha amaje bi daxuyaniyên Emîrê Qeterê li bara mijarên navçê kir û got: Em welatê Qeterê welatekî dost û bira dibînin, her çend ku heya niha kêşeyên ne diyar û çaresernekirî hene, wek vegerandina daxwazên Îranê yên ku ji Koreya Başûr bo Qeterê hatine veguhestin û em dizanin ku astenga sereke ya ku Amerîka li ser cîbicîkirina rêkeftinê çêkiriye, ye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku: "Eger em li şûna Qeterê bûna, em guh nadin zextên Amerîkayê û daxwazên aliyên din red dikin û em berdewam jî li hêviya vê yekê ji Qeterê ne."
Rêberê Şoreşa Îslamî teqez kir: Tu ferq di navbera serokomarên Amerîkayê de nîne.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe Al Sanî li vê hevdîtinê ku Pezekiyan serokomar jî tê de amade bû, kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Rêberê Şoreşa Îslamî nîşan da û helwêstên Komara Îslamî ya Îranê li piştevaniya ji gelê mezlûm ê cîhanê û gelê Filistînê nirxand û got:"
Emîrê Qeterê amaje bi şert û mercên taybet û dijwar ên navçê kir û ev şert û merc pêwîstiya hevkariyên zêdetir di navbera welatên navçê da zanîn.
Birêz Şêx Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe Al Sanî her wiha amaje bi rêkevtinên Îran û Qeterê kir, ji wan jî çêkirina tûnêlek bin avê di navbera her du welatan de û destnîşan kir: Li gor rêkeftina ku hatiye encamdan, di demek nêzîk de komîsyona hevbeş a her du welatan dê were aktîfkirin û qebareya danûstandinên aborî dê di demek nêzîk de zêde bibe.
................................
Dawiya peyamê/
