28 February 2025 - 21:05
Heyva Remezanê nayê dîtin/ Sibe roja dawî ya Şe'banê

Di daxuyaniya nivîsgeha Îmam Xamineyî de; Wî rayedarê han eşkere kir ku roja Şemiyê 1ê Adarê roja dawî ya meha Şe'banê û yekşemî 2ê Adarê jî yekem roja meha Remezanê ye.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)-EBNA - Di demekê de ku cîhana Îslamê li benda ragihandina rayedaran a derbarê destpêka meha Remezanê de ye, daxuyaniyên ku ji aliyê meqamên nivîsgeha Îmam Xamineyî û Ayetullah Sîstanî du rayedarên girîng ên cîhana Îslamê ve hatine dayîn wiha ye; Hat diyarkirin ku heyva Remezanê nehatiye dîtin û roja şemiyê 1ê Adarê roja dawî ya meha Şe'banê ye û meha Remezanê jî dê 2ê Adarê roja yekşemê dest pê bike.

Îmam Xamineyî: Şemî 1ê Adarê roja dawî ya meha Şe'banê ye

Di daxuyaniya nivîsgeha Îmam Xamineyî de; Wî rayedarê han eşkere kir ku roja Şemiyê 1ê Adarê roja dawî ya meha Şe'banê û yekşemî 2ê Adarê jî yekem roja meha Remezanê ye.

Ayetullah Sîstanî:Meha Remezanê roja yekşemê 2ê Adarê dest pê dike

Nivîsgeha Necefê ya Ayetulah Seyîd Elî Huseynî Sîstanî ragihand ku roja Şemiyê 1ê Adarê roja dawî ya meha Şe'banê û roja Yekşemê 2ê Adarê jî yekem roja meha pîroz a Remezanê ye.

………………………………

Dawiya peyamê/

https://kmr.abna24.com/story/1529285