Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Medyaya Sûriyê behsa ketina alavên zirxî yên artêşa Îsraîlê bo nav welêt kir.
Îro pêncşemê danê sibê 4 tank û 5 otomobîlên ku leşkerên artêşa Îsraîlê tê de bûn, derbasî parêzgeha Quneyterê ya Sûriyê bûn.
Piştî ku hêzên dagirker derbasî bajarokên Eyn El-Nuriye û Kom Muhêris ên parêzgeha Quneyterê bûn, ji van herêman dengê çekên giran hat bihîstin.
Agahîyên zêdetir li ser vê dagirkeriya bejahî hê nehatine eşkerekirin.
Çavkaniyên sûrî jî sibeha çarşemê ragihandin ku hêzên Îsraîlê yên dagîrker derbasî navçên nû yên parêzgeha Quneytera li başûrê rojavayê vî welatî bûne.
Li gorî vê raporê, leşkerên Îsraîlê ketine nav bajarokê "Cebata El-Xeşeb" li derdora parêzgeha Quneyterê li başûrê Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema rûxana rêjîma Esed ve, artêşa Îsraîlî xeta tampon di navbera Girên Colanî yên dagîrkirî û axa Sûriyê de derbas kiriye û berdewam li ser dagirkirina navçeyên nêzîkî Girên Golanê li parêzgehên Daraa û Quneyterê.
................................
Dawiya peyamê
13 March 2025 - 10:58
News ID: 1542256

Medyaya Sûriyê behsa ketina kelûpelên zirxî yên artêşa Îsraîlê bo nav wî welatî kir.
Your Comment