Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Mirov divê nimêjê baş bixwîne, bi baldarî bixwîne û dilê wî bi navê Xwedê re amade be. Huzûra dil anku ew e ku mirov ji wan gotin û wateyên ku dibêje û ji wan tiştên ku di hişê wî de derbas dibin û li ser zimanê wî tên, bêagah nebe; wiha nebe ku mirov nefehmîne. Mînak, ez niha ku bi we re diaxivim, hûn muxatab in. Mirov bala xwe dide ku muxatabek heye, guh dide û mirov diaxive. Di nimêjê de jî divê wisa be; em divê muxatabekî nas bikin û bi wî re biaxivin.
Ez hinekî zêdetir dibêjim, heger kesek wateya nimêjê jî nizanibe, bi tevahî nizanibe ku maneya van hevokan çi ye, lê ew tenê ev qas bizanibe ku bi yekî re diaxivê, bi Xwedê re diaxivê, ev rewş mirov nêzîk dike — «qurbânê her teqî» — ev bixwe mirov dike nêzîktir; berevajî me yên ku wateyê dizanin, tefsîrê dizanin û çendîn pirtûk li ser xwendine, lê dema nimêjê dikin, bi tevahî ji bîr dikin ku em çi dikin. Wek gotina Şaib — niha helbesta wî nayê bîra min, lê wateya wê ev e — ji xeynî Xwedê, her tişt di nimêjê de tê bîra te; çi tiştê te winda kiribû, dibînî. (1390/01/23)
Huzûra dil û baldarî karek e ku pêdivî bi perwerde û ceribandinê heye. Ewan ku ev kar kirine û fêr bûne, hînî me dikin ku mirov divê di dema nimêjê de, xwe di ber rûyê Muxatabekî bilind-rêz û payebilind de hîs bike; yê ku Afirînerê hebûnê ye û Xudanê tevahî hebûna mirov e. Her çiqas di nimêjê de mirov karibe vê rewşê biparêze, li gorî rîwayetan, ew nimêj nimêja qebûlkirî ye û ew taybetmendî û bandorê xwe dide. Û bandorên din ên nimêjê — ku ne gengaz e meriv wan di çend hevokan de berhev bike — li ser wê dibin. (1385/06/27)
Nimêj ew zikr e, ew avê jiyanê ye ku mirov dide dilê xwe; nimêja bi baldarî. Baldarî li ser wateyê, baldarî li ser wê yekê ku em li ber Xwedayê Mezin in. Nimêjê wiha bixwîne. Dema ku radibî nimêjê, bîne bîra xwe ku tu li ber Xwedayê Mezin radiwestî û bi Wî re diaxivî. Di tevahiya nimêjê de hewl bide ku vê rewşê biparêzî; wê demê ev nimêj tesîr dike û dilê mirovan wekî aksîr diguherîne. Aksîr madeyeke kîmyayî ye ku dibêjin misê dike zêr. Dilê me ji misê be jî, zikra Wî wê bike zêr. Ev pir girîng e. (1386/02/19)
...............
Dawiya Peyam/
Your Comment