Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Berdewamiya hovîtiya siyonîstan li hemberî gelê bêparastin a Filistînê, bûye sedem ku Tevgera Ensarullaha Yemenê careke din keştiyên girêdayî Rêjîma Siyonîst di nav avên xwe de bike armanc. Vê mijarê berdêlên giran dan ser Telavîv û Amerîkayê.
Li gorî vê yekê, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Mike Waltz ragihand: "Êrîşên tevgera Ensarullaha Yemenê bûye sedem ku sê çar parên gemiyên bi ala Amerîkayê ji Deryaya Sor derbas bibin û li şûna wê rêya dirêj û biha ya başûrê Afrîkayê hilbijêrin."
Waltz ji CBS News re got ku ji sedî 75ê keştiyên bi ala Dewletên Yekbûyî naha ji dêvla Kanala Suweysê di peravên başûrê Afrîkayê re derbas bibin.
Wî her wiha got: Cara dawîn yek ji wêrankerên me ji tengava nêzîkî Yemenê derbas bû, 23 caran rastî êrişê hat.
Waltz îdia kir ku êrîşên esmanî yên vê dawiyê yên Amerîkayê li dijî tevgera Ensarullahê ya Yemenê (ya yekem piştî ku Donald Trump di meha Çile de dest bi wezîfeyê kir) rêbertiya sereke ya Ensarullahê, di nav de serokê bernameya mûşekî ya tevgerê, ji holê rakirin.
Tevgera Ensarullah a Yemenê îro ragihand: Di êrişên Amerîkayê ser Yemenê de kesek hat kuştin, lê ji heftiya buhurî heya niha zêde ji 50 kesên din jî di van êrişan de şehîd bûne.
................................
Dawiya peyamê /
Your Comment