31 March 2025 - 22:14
Karesata mirovî ya li Xezzeyê, hevdem digel Cejna Remezanê; Di 48 saetan de 85 şehîd

Tenê di 48 saetên borî de 85 Filistînî di êrîşên Îsraîlê de şehîd bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA -Serokê nexweşxaneyên meydanî yên Xezzeyê li hevpeyvîna tev kanala El Cezîre ragihand ku hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji destpêka Cejna Remezanê ve gihîştiye 85`an ku piraniya wan jin û zarok in.

Wî her wiha got: Di demekê de ku Rêjîma Siyonîst li pêşiya rêgirtina ji hatina alîkariyên mirovî berdewam dike, stoqa derman û alavên pizîşkî li Zîvala Xezzeyê ber bi dawîbûnê ve diçe.

Rayedarê Filistînî diyar kir ku Rejîma Îsraîlê tekane xebatkarê alîkariyê yê ku şahidê sûcê êrîşa li ser xebatkarên alîkariyê û rizgarkirinê û Heyva Sor a Refahê bûye, girtiye.

Wî diyar kir ku ji sedî 75ê şehîdên şerê Rejîma Siyonîst li dijî Xezzeyê jin û zarok in.

................................

Dawiya peyamê/

Tags Xezze Filestine Îsraîl Şerê Xezze

Your Comment

You are replying to: .
captcha