9 April 2025 - 20:50
Endamê Cem'îyeta Mamostayên Medresa(Dibistana) ilmîya Qûmê serdana Ajansa Nûçeyan a ABNAyê kir/ Ayetullah Feqîhî bal kişand ser girîngiya emanet (pêba

Hezretê Ayetullah Feqîhî bal kişande ser girîngiya pêbawerî û durustiya medyayê û wiha got: Ger em di warê axaftin û belavkirina nûçeyan de durustî û durustiyê biparêzin,em dikarin xizmetên mezin pêşkêş bikin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Ayetullah Muhsen Feqîhî endamê Yekitiya Mamostayên Medresa(Dibistana) ilmîya Qûmê, serdana nivîsgeha li edîtoriya ajansa nûçeyan a navneteweyî ya ABNAyê kir û der barê xebatên ajansê de nûçeyan agadar bû.

Piştî vê serdanê, ayetulah Feqîhî di civînekê de ligel peyamnêrên vê ajansa nûçeyan de beşdar bû û di gotarekê de, erkê medyayê di rewşa niha de û giringiya etîka medyayî şirove kir.

Endamê Civata Mamostayên Mekteba (Dibistana) ilmîya Qûmê di axavtinekê de ku bi nirxdayîna xizmetên pêşkêşkirî, ji peyamnêrên vê ajansa nûçeyan re got: Ajansa Nûçeyan a ABNA bi zimanên cuda xizmetên hêja pêşkêş dike û ev xizmet hêjayî pesindayin û spasiyê ne.

Mamosteyê Mekteba (Dibistana) ilmîya Qûmê got: Divê niyeta me hebe ku em di karê xwe de nêzîkî hev bibin. Divê em zanibin ku her tiştê me ji Xwedê tê û di rêya Xwedê de saxlem bin.

Endamê cemaeta mamostayan destnîşan kir: "Her peyva ku em dinivîsin divê ji Xweda û Îmamê demê (Xweda li zuhora wî ez bikê) razî be. Divê em rêyeke ku Îmamê demê (Xweda li zuhora wî ez bikê) jê razî be û Rêbertî jî erê bike bişopînin."

Hezretê Feqîhî bal kişande ser girîngiya pêbawerî û durustiyê di medyayê de û got: Eger em di warê gotin û belavkirina nûçeyan de rastgoyî û emanetê biparêzin, em dikarin xizmetên mezin pêşkêş bikin.

Di destpêka vê serdanê de, Rêveberê Ajansa Nûçeyan a ABNAyê Hesen Sedrayî Arif, raportek li ser kar û çalakiyên dezgehên curbicur ên ajansê pêşkêş kir.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha