15 October 2025 - 13:40
Hikûmeta Şamê dest bi revandina ciwanan kiriye

Çekdarên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi revandina ciwanan kiriye. Di nava rojê de zêdetirî 7 ciwan hatine revandin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA-Li gorî nûçeya ANHA’yê, çekdarên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hejmarek ciwanên Kurd ên ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li bendên kontrolê yên li derdora her du taxan danîne, ew sekinandine û piştre bi êşkenceyê revandine.

Hat ragihandin, kesên ku van êriş û binpêkirinan li derdora her du taxan pêk tînin, çekdarên komên bi navê Firqeya 60, 72 û 76`anin. Ev firqe jî girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne.

Yek ji bûyerên revandinên îro li nêzî Parka Çandiniyê ku li kêleka Rêveberiya Çandiniyê ya bajarê Helebê ye, pêk hat. Li wir çekdaran êşkence li hejmarek ciwanan kirin û piştre ew revandin.

Yek ji komên ku du ciwan revandin û êrişî yekî din kirin, hat dîtin ku li wesayîteke spî siwar bûn. Çekdarên komê bi maske û cilên reş li xwe kiribûn.

Li gorî agahiyan îro zêdetirî 7 ciwan hatine revandin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha