Cîgirê Kargêr ê Serokomarê Îranê di peyamekê da bi rêya şebekeyên civakî ragihand ku Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê, tevlî kempêyna xêrxwazên avakerê dibistanan bû.
Wî ragihand k urêzdar Pêzêşkîyan di seredana xwe ya vê dawîyê da li Isfehanê di civîna xêrxwazên avakerê dibistanan da ragihand ku destmiza xwe ya vê mehê ji bo avakirina dibistanan a bi destê xêrxwazan terxan kirîye u gotîye ku ji vê mehê va her meh 5 milyon tûmen ji miaşê xwe bide xêrxwazên ku dibistanan ava dikin.
Xêrxwazên avakerê dibistanan li Îranê rola xwe di avakirina nêzî sedî 50yê dibistanên welêt da hene. Herwiha nêzî sedî 80yê dibistanên taybet bi zarokên nivîşkan bi destê xêrxwazan tên avakirin.
Serepeyv
- kOMARA ÎSLAMÎYA îRANA- SEROKOMARÊ îRANÊ ÎSLAMÎYA ÎRANA-MESÛD PEZIŞKÎYAN
Your Comment