Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Di çarçoveya xebatên navneteweyî yên ji bo peydakirina alîkariyên bingehîn ji şêniyên Siwêdayê re, îro 2 karwanên alîkariyan derbasî Siwêdayê bûn.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) 2 karwanên kamyonên alîkariyên mirovî di rêya Şam-Siwêdayê re derbasî Siwêdayê kirin.
Karwanê yekê ji 16 kamyonan û yê duyê ji 100 kamyonan pêk dihat.
Li gorî agahiyan karwanê yekê 201 ton ard û yê duyê madeyên bazirganî xwarin û madeyên ji bo rewşên awarte bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji Tîrmeha borî ve ambargo li ser Siwêdayê ferz kiriye. Girêdayî wê jî di meha borî de WFP’ê zêdetirî 300 ton ard û madeyên xwarinê derbasî Siwêdayê kiribûn.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) 2 karwanên kamyonên alîkariyên mirovî di rêya Şam-Siwêdayê re derbasî Siwêdayê kirin.
Your Comment