24 November 2025 - 15:24
Lîstikvanekê ji Awistiralyayî: Ez ji Îsraîlîyan nefret dikim

Guy Pearce bi tundî rexne li rejîma Îsraîlê girt ji ber "paşguhkirin û neguhdana mutleq" a jiyana Filistîniyan di dema dagirkirina Xezzeyê û Şerîaya Rojava ya dagirkirî de.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beyt (S.X) - ABNA - Lîstikvanê Awustralyayî Guy Pearce roja Yekşemê di postekê de li ser tora xwe ya civakî X (berê Twitter) nivîsand: "Min di jiyana xwe de qet ji tu gelî bi qasî Îsraîliyan nefret nekiriye."

Daxuya kir ku "her roj ez şahidê bêrêzî û bêhurmetiya bêdawî ya Îsraîliyan ji bo jiyana Filistîniyan im," wî ev nêzîkatî wekî "şermîn" bi nav kir û got ku sûcdarên "kiryarên hovane" yên wiha mirovahiyê her roj gavek din paşve dixin.

Pearce her wiha klîpek ji Al Jazeera parve kir ku tê de kurekî Filistînî yê 15 salî ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatiye gulebarankirin, tê nîşandan. Li gorî raporê, piştî birîndarbûnê, ciwan bêyî alîkariya bijîşkî maye, ku bûye sedema şehadeta wî.

.............................

Dawiya peyamê /

Your Comment

You are replying to: .
captcha