Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Mihemed Şîya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê di civîna çapemeniyê ya hevbeş digel Sekreterê Giştî yê NY de li Bexdayê pêgirî ser serketina Iraqê dijî terorîzmê bi fîdakariyên xelkê vî welatî kir. Sudanîi her wiha got: Bidawîhatina erkdariya UNAMIyê nayê wateya bidawîhatina hevkariya bi NY re, lê belê destpêka qonaxeke nû di têkiliyên bi vê rêxistinê re ye.
Wî her wiha got ku em ê çalakî û projeyên xwe yên neteweyî bidomînin da ku pêvajoya avedankirinê bi dawî bînin. Sekreterê Giştî yê NY jî di vê civîna çapemeniyê de got ku rewşa îro ya Iraqê tam cuda ji rewşa berê ye û Iraq îro welatekî ewle, aram û cuda ye.
……………….
Dawiya Peyam.
Your Comment