Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-beyt ê(s.x) – ABNA –Biryare sibe şandeya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kom bibe.
Rojnameya Sebah a Iraqê ragihand ku di civîna navbera YNK û PDK’ê de li ser postê serokkomarî û postên din ên li Iraqê jî dê guftugo were kirin.
Hêjayî gotinêye ku ji dema lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve, 13 caran şandeyên YNK û PDK’ê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kombûne, lê negihiştine encamekê.
Your Comment