15 December 2025 - 23:53
YNK û PDK li ser pêkanîna hikûmetê carek din kom dibe

Sibe şandeya YNK û PDK’ê têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kom dibe.

Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-beyt ê(s.x) – ABNA –Biryare sibe şandeya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kom bibe.

Rojnameya Sebah a Iraqê ragihand ku di civîna navbera YNK û PDK’ê de li ser postê serokkomarî û postên din ên li Iraqê jî dê guftugo were kirin.

Hêjayî gotinêye ku ji dema lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve, 13 caran şandeyên YNK û PDK’ê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kombûne, lê negihiştine encamekê.

Your Comment

You are replying to: .
captcha