“Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeyt (s.x) - ABNA – Daneyên (hûrgiliyên) nû yên li ser nasnameya ‘Ehmed El-Ehmed’, welatiyê misilman bi eslê xwe Sûrî, hatine belavkirin; mêrekî ku di dema gulebarana kujer de li perava ‘Bondi Beach’, yek ji peravên navdar ên bajarê ‘Sîdney’ li welatê Awusturalyayê, bi bêçekkirina êrîşkar, jiyana gelek kesan rizgarkir û wek qehreman hate naskirin.
Ehmed El-Ehmed, 43 salî, li gundê ‘El-Neiyreb’ li parêzgeha 'Idlîb’ê li bakurê rojavayê Sûriyeyê hatiye dinyayê û ji sala 2006’an ve koçî Awusturalyayê kiriye û hemwelatiya wî welatî ye. Ji bo debara jiyanê, ew firoşkarê fêkî ye û ji 19 salan vir ve ji dêw û bavê xwe dûr dijî.
Dê û bavê Ehmed di hevpeyvînekê de digel beşa ‘ABC’ ya Avusturalyayê de ragihandin ku kurê wan di vê êrîşê de dîtin çar an pênc caran ji aliyê milê xwe ve hatiye gulebarankirin û çend gulle hîn jî di laşê wî de maye. Li gorî dayika wî, ‘Melîke Hesen El-Ehmed’, Ehmed dema dît ku xelk dimirin û piştî ku êrîşkar hemû tifingên xwe bi kar anîn û vala bûn, ji aliyê wî ve hate bêçekkirin, ket hundirê kiryaran.
Li gorî daxuyaniya Polîsê Awusturalyayê, êvara Yekşemê du êrîşkar bi navên ‘Sacid Ekrem’, 50 salî û kurê wî ‘Newîd’, 24 salî, li seranserê perava Bondi dest bi gulebaranê kirin ku di encamê de 15 kes hatin kuştin û 42 kes birîndar bûn. Polîs vê bûyerê wekî “hareketa terorîstî” binav kir.
Di vê êrîşê de, Sacid Ekrem hate kuştin û kurê wî bi birîndariyên giran hate rakirin nexweşxaneyê. Polîs her wiha tekez kir ku destwerdana welatiyên asayî, di nav de Ehmed El-Ehmed, roleke girîng di pêşîgirtina zêdekirina qurbaniyan de lîst.
Dê û bavê Ehmed dibêjin ku wî bêyî ku li dîn, netewe an paşnavê kesên li ber xwe binêre, ji bo rizgarkirina jiyana mirovan tevdîgerek kiriye. Li gorî bavê wî, “Wî heta yek kêliyê nefikirî ku ew kî ne yên ku ew xilas dike; tenê dît ku mirov dimirin.”
Li gorî gotinên malbatê, dema bûyer qewimî, Ehmed ligel yek ji hevalên xwe li peravê qehwe vedixwar ku dengê gulebaranê bihîst. Piştre, vîdyoyek ji kêliya pevçûna wî bi yek ji êrîşkeran re hate weşandin ku nîşan dide Ehmed ji pişt ve nêzî wî dibe û çekê wî digire; wêneyên ku zû li ser torên civakî belav bûn.
Li gorî ‘Huzey El-Kenc’, pismamê Ehmed, yekemîn emeliyata wî bi serkeftî hate kirin û îhtîmala çend emeliyatên din jî heye. Di heman demê de, kampanyayek komkirina alîkariya darayî ya gel bi navê wî hatiye destpêkirin ku zêdetirî mîlyonek dolar alîkariya gel kom kiriye. Ehmed hîn jî li nexweşxaneyê razaye û lêkolîn li ser vê êrîşê didomin.
……………….
Dawiya Peyamê
Etîket (Tags):
• Ehmed El-Ehmed
• Awusturalya"
h): “Nasîna bi Ehmed El-Ehmed re; Misilmanekî ku di nava şevê ke da bû qehremanê neteweyî yê Awusturalyayê”
“Nasîna bi Ehmed El-Ehmed re; Misilmanekî ku di nava şevêke de bû qehremanê neteweyî yê Awusturalyayê. Vîdyoya çalakiya wêrek a Ehmed El-Ehmed, kesekî ku li Idlîbê, Sûriyê hatiye dinyayê û li Awusturalyayê firoşkarê fêkiyan e, di bêçekkirina kesê çekdar de li êrîşa terorîstî ya perava Bondi ya Awusturalyayê, bi mîlyonan carî li ser medyaya civakî hate temaşekirin û tewra Trump jî neçar kir ku pesnê wî bide.”
Your Comment