16 December 2025 - 22:27
Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî: Pêwîst e nirxên Berevaniya Pîroz bi awayekî hunermendane ji bo xortan werin ronkirin

Gotinên Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî di hevdîtina digel Berpirsên Kongreya Rêzgirtina 5580 şehîdên Parêzgeha Elborzê îşev li cihê lidarxistina vê komcivînê li Kerecê hat weşandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da yek ji karên giring di rewşa niha da veguhestina vîn û nirxên serdema Berevaniya Pîroz bo nifşa ciwan zanî û got: Xortên îro yên me xortine baş in û tevî derfetên pêşketî ku ji bo veguhestina naveropk û têgihên cûrbicûr bo zihnê wan hene, karîne pênaseya xwe ya dînî biparêzin û divê ev derfet ji bo ronkirin û veguhestina hunermendane ya nirxan bo xortan were bikaranîn.

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku veguhestina nirx û vînên serdema Berevaniya Pîroz bo nifşa nû hewcedarî xebata hunermendane û şopandina bêrawestan e, got: Tevî hemî dijwarî û pirsgirêkan, gellek xalên erênî û amadehiyên zêde ji bo meşiyaana di rêya Îslamê û Şoreşê da li welêt hene ku divê werin xortkirin.

Serepeyv

RÊBERÊ MEZIN Ê ŞOREŞA ÎSLAMΠ-HEZRETÊ AYETULLAH XAMINEYÎ

Your Comment

You are replying to: .
captcha