17 December 2025 - 19:02
Bernameya ' Roja Jinên Misilman a Navneteweyî ' ji aliyê Enstîtuya Kewser a Tirkiyeyê ve hate lidarxistin + wêne

Beşdar û axaftvanên vê merasimê li ser kesayetê mirov-çêker a Hz. Fatîma Zehra (s.x) û rolê îlham-bexş yê maf û zanînên Fatîmî di jiyana û cîhana îro de tekîd kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ـ ABNA ـ bi munasebeta roja jidayikbona ya bi saʿadet a Hz. Fatîma Zehra (s.x) û Roja Cîhanî ya Jinên Misilman, bi hewldana beşa jinan a Enstîtûya Kewser ya Tirkiyeyê, merasîmek li Mizgefta Ehl-ul Beyt (s.x)ya Kewser li bajarê Stenbolê hat lidarxistin.
Beşdar û axêvanên vê merasimê li ser kesayetê mirov-çêker a Hz. Fatîma Zehra (s.x) û rolê îlham-bexş yê zanîn û mafên Fatîmî di jiyana û cîhana îro de teqîd kirin.
Belgin Guneş, wek nûnerê şaxê jinan a Kewserê, di axaftina xwe de bi xêrhatinê bi beşdaran got, Roja Cîhanî ya Jinên Misilman pîroz kir û li ser pêdiviya ku di hemû qadên jiyanê de bi awayek pratîk ji sîret û jiyana Hz. Fatîma Zehra (s.x) girtinê teqîd kir.
Xwendina helbestan, axaftin li ser jiyan û sîreta Hz. Zehra (s.x), xwendina munacat û pêşkêşkirina têştên taybetî ji bo kesên ku navên wan Fatîma û Zehra bûn, ji beşên din ên vê merasimê bûn.
Her weha beşdaran bi standina xelatan bi mijara Filestînê, bi gelê mazlûm ê Xezzeyê re hevsengî û piştgirîya xwe nîşan da.

Bernameya ' Roja Jinên Misilman a Navneteweyî ' ji aliyê Enstîtuya Kewser a Tirkiyeyê ve hate lidarxistin + wêne

Dawiya peyamê

Tags

Enstîtuya Kewser

Tirkiye

Stenbol

Şîiyan

Ehl-ul Beyt (s.x)

Ahlader

Tags

Enstîtuya Kewser

Tirkiye

Stenbol

Şîiyan

Ehl-ul Beyt (s.x)

Ahlader

Your Comment

You are replying to: .
captcha