21 December 2025 - 22:24
Henzele xitabî Neftalî Bênêt : Temaşekirina pirpitîna te bi rastî xweş û balkêş e

Mesele ji wir dest pê kir koma saybêrî ya Henzeleyê ji hafizeya telefona kesane ya Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst, Neftalî Bênêt, agahî belav kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA- Mijara ku bû wekî nûçeya herî giring a şebekeyên Rejîma Siyonîst. Nivîsgeha Benêt ev nûçe red kir, lê durust piştî çend deqeyan Henzele 141 rûpelên hejmarên telefonê yên deftera telefona wî weşand. Nûçegihanê Kanala 11 a Rejîma siyonîst derbarê agahiyên weşandî gotiye: Mer - Hejmara telefona rêber û kesayetên ewlehiyê yên payebilind ên berê yên têkildarî Mosad û Şabakê nameyên kesane yên bi şêwirmendên wî yên herî nêzîk û peyamên pir hesas û nepenî jî di nav wan de tên dîtin. Lê Bênêt dîsa jî ev neda istûyê xwe û Henzele 900 rûpelên din ên peyamên wî yên nepenî weşand. Jin- Ew êvarê daxuyaniyekê dide û dibêje ku telefon nehatiye hekkirin lê paşê wêne tên belavkirin ew ji aliyê kesekî ku biryar e baş cîhana teknolojiya haytîk û ewlehiya saybêrî nas bike û li ser wê şareza be. Neftali Benêt ji helwesta xwe ya berê hinekî paşde vekişya û ragihand ku Telegrama wî hatiye hekirin, lê telefona wî nehatiye hekkirin . Henzele vê dawiyê 200 hezar peyamên din ên kesane yên Neftalî Bênêt weşand û gotiye ku temaşekirina pirpitîna wî gelekî xweş û balêkêş e. Koma saybêrî ya Henzelê berbuhuriya hekkirina binesaziyên ewlehî û binesaziya leşkerî ya Siyonîst heye.
Serepeyv
REJÎMA SIYONÎST -NEFTALI BENÊT 

Your Comment

You are replying to: .
captcha