23 December 2025 - 19:32
Gilî li polîsên Londonê ji ber nebûna (bêçalakîtiyê di)bersivê ji mîtînga dijî îslamî

Ji Wekilên Brîtanî, Polîsên Londonê bi Şikayeteke Fermî Tawanbar dikin Ji ber Nebûna Destwerdana Bikêrî li hember Civînek Dijî-Îslamî û Tirsnak

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Komek parêzerên Brîtanî dest bi karekî qanûnî kirin û polîsên bajarê Londonê bi wê yekê tometbar kirin ku rê nedane mîtînga li dijî Îslamê. Civîna ku ji aliyê partiya rastgir a tundrew "Ukip" ve bi edebiyata "sefera xaçperestan" ya li dijî misilmanan hat tertîpkirin û organîzekirin!

Ev doz ji aliyê rêxistina "Çalakiya Hiqûqî ya ji bo Aştiyê" ku ji parêzerên misilman û parêzvanên mafên mirovan pêk tê, hat vekirin. Rêxistinê beriya ku serî li dozgeriyê bide, bi şandina nameyeke fermî ji Midûriyeta Polîsan a Bajarê Mezin re, biryara polîsan a destûrdayîna meşa Ukîpê ya di 25'ê Cotmeha 2025'an de îtîraz kir.

Mîtîng(civîn) bi dirûşma "Wîtacapelê ji îslamîstan paşde bixin" hat destpêkirin. "Whitechapel" (Whitechapel, taxek li rojhilatê bajarê Londonê, paytexta Îngilîstanê) yek ji deverên naskirî ye ku nifûsa wê ya girîng a misilmanan heye. Tevî ku polîsan rêya mîtîngê ji vê taxê guhert jî, qedexe bi temamî red kir; Biryareke ku li gorî dozgeran guh nedaye ewlehiya civaka Misliman.

Parêzerên dozê tekez dikin ku polîsê Londonê bi vê kiryara xwe ji bo rêgirtina li gotinên nefret û tehrîkkirina tundiyê erkên xwe yên yasayî pêk neaniye. Partiya Ukip ji aliyê Nick Tenconi, çalakvanekî rastgir ê tundrew li dijî Îslamê tê birêvebirin; Kesê ku organîzatorê sereke yê vê mîtîngê bû bi navê "Whitechapel Crusade".

Rêveberê Çalakiyên Yasayî yên ji bo Aştiyê rexne li kiryarên polîsan girt û got: Azadiya gotinê azadiya teşwîqkirina tundiyê nagire nava xwe. Saziyê her wiha ji bo lêçûnên dozên hiqûqî bigire dest bi kampanya komkirina alîkariyê ya gel kir û ragihand ku ev çalakiya hiqûqî di rewşekê de pêk tê ku li Îngilîstanê bûyerên Îslamofobiyê(tirs ji îslamê)  zêde bûne û saziyên fermî bi awayekî bi bandor bersivê nadin.

.............

dawiya peyamê

Tags

Polîsê Londonê

London

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha