26 December 2025 - 23:16
Çend hişyariyên tenduristiyê bo kesên mezintir ji 50 salî

Piştî temenê 50 saliyê berteka leş bo xwari9n û vexwarinan anegorî serdema xortaniyê diguhere.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Pêkhateyeke vexwarinê ku xasma ji bo kesên mezintir ji 50 salî nebaş e, Kafeîn digel elkolê ye.
Zirardana li hestiyan
Vexwarina nûşawe û elkolê herdu têkiliya xwe bi kêmbûna çirratiya madeyên kanzayî ya hestiyan û zêdebûna metirsiya şikestinê hene.
Zêdebûna xetera li erdê ketinê
Gefa duyem, zêdebûna li erdêketinê ye. Bi zêdebûna temen, hevsengiya leşî bi awayê xwezayî kêm dibe û vexwarina elkolê vê pirsgirêkê girantir dike. Elkol herwisa dikare digel hin dermanan alozbûn û têkelbûna xeternak hebe.
Bandora nerênî li xwînê
Dûhata nerênî ya sêyem a vê pêkhateyê, hilkiş û dakêşa giran a şekira xwînê ye. Vexwarinên elkolî yên pêkhatî ji nûşawe yan qehweyên şîrîn ji ber şekira zêde û nebûna rîşal an proteînê dibin sebeba zêdebûna bilez a şekira xwînê.
Zêdebûna metirsiya kêmaviya leşî
Bandora nerênî ya çarem, zêdebûna metirsiya kêmavbûna leşî ye. Elkol mîzhêner e û dibe sebeba zêdebûna derçûna şilekiyan ji leşî.
BAŞ E BIZANÎ TENDURISTÎ JIYAN ŞEKIR  XWÎN
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha