26 December 2025 - 23:39
“Ferhad Şamî: Eger HSD/YPG bi Îsraîlê re têkilî hebûya, Tirkiyê cesaret nedikir êrîş bike”

Ferhad Şamî, rêvebirê navenda medyayî ya HSD (Hêzên Sûriya Demokratîk), bi redkirina têkiliya wan hêzan bi Îsraîl re, ragihand ku:heke têkiliyek wisa hebûya, Tirkiye ê nikaribû êrîş bike ser HSD.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-  Ferhad Şamî, rêvebirê navenda medyayî ya hêzên HSD (Hêzên Sûriya Demokratîk), di axaftinekê de ragihand ku:heke HSD bi Îsraîl re têkiliyek hebûya, Tirkiye ê nikaribû êrîş bike ser wan.

Wî her weha got: berî dawiya sala zayînî, Mazlûm Kobanê, fermandarê HSD, dê seferê biçe Dimêşqê û bi amadebûna Amerîka, Fransa, Brîtanya û hin welatên erebî, bi hukûmeta Dimêşqê re hevdîtin û gotûbêj bike.

Navbirî diyar kir:
heke HSD bi Îsraîl re têkiliyek hebûya, Tirkiye ê nikaribû li ser me êrîş bike. Tometên Tirkiyeyê li ser têkiliya me bi Îsraîl re tenê bîhane ne ji bo destwerdanê li dosyeya Sûriyê.

 Not: Tirkiye bi xwe têkilî ligel Îsraîl heya? 

Your Comment

You are replying to: .
captcha