26 December 2025 - 23:46
Meclisa Bilind a Elewî: Hikûmeta veguhêz ji teqîna li Humsê berpirsiyare

Meclisa Bilind a Elewî teqîna terorî ya li mizgefta Elî Bin Ebî Talib a (s.x)li Humsê şermezar kir û li hemberî wê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsiyar nîşan da. Meclisê bang li civata navnetewî kir ku destwerdanê ji bo parastina sivîlan bike.

Li gor agahdariya Ajansa Nûçeyê ya Ehl-ûl-Beyt (s.x) ـ ABNA ـMeclisa Bilind a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê bi daxuyaniyekê teqîna terorî ya li mizgefta Elî Bin Ebî Talib a(s.x) li taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê ku di encamê de sivîl hatin şehîd kirin û birîndarkirin, şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev êriş berdewama terorîzma li dijî pêkhateya Elewî ye, terorîzma ku bi rêya koçberkirin, kuştin, birçîkirin, revandin û zimanê nefretê dihat meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş ji êrişên berê ne cuda ye bi taybetî hedefgirtina leşkerên Amerîkayê li Tedmurê û teqîna li dêra Mar Îlyas a Şamê.

Meclisê di daxuyaniyê de li hemberî van sûcan hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsiyar nîşan da û diyar kir ku ev bûyer encama siyasetên paşguhkirin û provakasyon û tundiyê yên hikumeta veguhêz in.

Meclisê bang li civata navnetewî, Konseya Ewlehiyê ya NY’ê, rêxistinên navnetewî û xwediyên biryarê kir ku ji bo parastina berava Sûriyeyê, pêkanîna biryara 2799 û avakirina sîstemeke niştimanî ya siyasî li gorî federalî û nenavendîbûnê, kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî ji domandina van sûcan hat kirin û hat gotin ku li hemberî domandina van sûcan bertek û helwest werin nîşandan, ji ber ku sînorên sebra li hemberî xwînê hene û rûmeta gelan nikare heta hetayê binpêkirî bimîne.

Your Comment

You are replying to: .
captcha