Li gorî rapora Ajansa Nûçeyên Navneteweyî ya Ehl-ul-bêytê(s.x)-ABNA Îro bi hezaran evîndar u hezkirîyên Serdar Silêmanî di şeşemîn salvegera şehîdbûna vî şehîdê qedirbilind u Fermandeyê Hêza Qudsa Sipasê li mezargeha wî li bajarê Kirmanê civîyan.
Gelê seranserê Îranê ku ji çend rojan berî niha ve xwe gihandine Kirmanê bi meşiyana ber bi mezargeha şehîdan a Kirmanê û amadebûna ser mezarê şehîd Silêmanî bi bibîranînê rêz li vî şehîdê xweşdivî girtin.
Sergeyî Baborîn, siyasetmedar û parlemanterê Rûsiyê got ku serdar Silêmanî lehengekî rastî bû ku bû sembola berxwedana li himber zilma cîhanî ya dijî misilman û xiristiyanan.
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Komara îslamî ya Îranê li NY jî di salvegera şehdîbûna Hecî Qasim di nameyekê ji bo Konseya Ewlehiyê de nivîsî: Ev kiryara neyasayî dijî rayedarekî pilebilind ê hikûmeteke xwedî serwerî û endamê NY ku roleke bingehîn di warê rawestana li himber terorîzmê de hebû, binpêkirina eşkere ya mafên navneteweyî û berpirsiyariyên navneteweyî yên Amerîkayê ye.
………….
Dawiya Peyam/
Your Comment