Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehlê Beyt (s.x) – ABNA – Desteya Dadwerî ragihand: "Yek ji hêmanên sereke yên dijmin di tevliheviyên meha Kanûna 2025an de li Îsfehanê, ku bi erkê Mûsadê dest bi wêrankirin û şewitandina mal û milkên giştî û taybet, belavkirina tirs û xofê li ser asta bajar û qedarekuştinê (kuştina bi amûra qedare) kiribû, piştî pejirandina biryara dadgehê ji aliyê Dadgeha Bilind a Welêt ve û bi rêbaza qanûnî, sibeha vê rojê li darê cezayê hate daleqandin."
Duyarnameya Desteya Dadwerî ev e: «Îrfan Kiyanî, yek ji hêmanên sereke yên dijmin di tevliheviyên meha Kanûna 2025an li Îsfehanê, ku bi erkê Mûsadê dest bi wêrankirin û şewitandina mal û milkên giştî û taybet, belavkirina tirs û xofê li ser asta bajar û qedarekuştinê kiribû, piştî pejirandina biryara dadgehê ji aliyê Dadgeha Bilind a Welêt ve û bi rêbaza qanûnî, sibeha Îro li darê cezayê hate daleqandin.
Wêrankirina mal û milkên giştî û taybet, agirpêxistin, hilgirtin û bikaranîna kokteyla Molotov, hilgirtina çeka sar (qedare), girtina rêya otomobîlan, êrîşa li ser karmendan û belavkirina tirs û xofê di nav welatiyan de, ji girîngtirîn kiryarên tawanbar ên beramberî dadbarkirî ne ku di dosyeyê de hatine destnîşankirin.
Li gor raportên bi belge yên dadweran, Îrfan Kiyanî serokatiya komek ji ajanên dijmin li Îsfehanê kiriye ku kiryarên wan bûne sedema wêrankirina berbelav a mal û milkên giştî, agirpêxistin, êrîşa li ser karmendên hêzên ewlehiyê û girtina her du aliyên kolanê.
Navborî di dema operasyonê de, di nav kolanê de qedareyeke mezin di destê xwe de girtibû, ji aliyê karmendan ve hat girtin.
Li gor naveroka dosyeyê, Îrfan Kiyanî bi çend kesên din re ku serokatiya wan kiriye, di 18ê Kanûnê de nêzî saet 20ê li çargoşeya Pîrozî, di heman demê de ku kombûn pêk dihat, dest bi wêrankirina mal û milkên giştî kir û bi hilgirtina texte û lastîkên ji berê ve amadekirî, zemîna agirpêxistinê li kolanê amade kir.
Navborî her wiha bi avêtina kevir û kokteyla Molotov ber bi karmendan ve, di wêrankirina yek ji bankên herêmê de jî rol gêrandiye.
Dadbarkirî bi yek ji hevalên xwe re dest bi amadekirina 10 kokteylên Molotov kiriye û ji qedareyê bikar aniye da ku di nav welatiyan de tirs û xofê belav bike.
Wî îtîraf kiriye ku bi hevalên xwe re bi şewitandina alavên giştî û taybet li devera Kolana Cîyê rol gêrandiye.
Wêrankirina çirayên rêberiyê, şewitandina lastîk di nav kolanê de, avêtina keviran ber bi karmendan ve, rakirina tabelayên bajarî, wêrankirina kîoska telefona giştî û avakirina astengê li ber otomobîlan bi bikaranîna qedareyê, ji kiryarên din ên tawanbar ên navborî ne.
Li gor raporta desteyên ewlehiyê û agahiyan, dadbarkirî di qadên tevliheviyan de amadebûneke zêde hebû û bi êrîşa li ser karmendên hêzên ewlehiyê re, yên din jî teşwîq dikir ku kiryarên tawanbar yên dijî ewlehiya welêt bikin û tirs û xofê di nav gel de belav bikin, û wî roleke bibandor di afirandina neewlehiyê û xera kirina rêza giştî de lîstiye.
Piştî girtinê û avakirina dosyeyeke dadwerî, bi derxistina dadrêsiyê, rûniştina dozê ya li ser tawanên Îrfan Kiyanî bi amadebûna parêzerê wî li Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê hate lidarxistin û tawanên navborî hatin lêkolînkirin.
Di dawiyê de Îrfan Kiyanî bi tawana "Şerê bi Xwedê re / Muharebe" bi rêya kişandina çeka ji cureya qedareyê ji bo tirsandin û xofandinê ya gel û hêz nîşandanê, girtina kolanan, teşwîq û provoke kirina gelî bo şer û kuştinê, bi cezayê îdamê hate cezakirin.
Bi gilîkirina dadbarkirî, dosye ji bo lêkolînê hate şandin Dadgeha Bilind a Welêt.
Li gor biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Welêt hat derxistin, li gor raport û lêkolînên dadgeran, belgeyên heyî di dosyeyê de, ji nû ve avakirina qada tawanê, gotin û îtîrafên tawanbar û hevalên wî û delîlên din, biryara dadgehê hate pejirandin.
Biryara hat derxistin piştî pêkanîna rêbazên qanûnî û pejirandina Dadgeha Bilind a Welêt, sibeha vê rojê hate cîhanîn û tawanbar Îrfan Kiyanî li darê cezayê hate daleqandin.
Li gor rapora Navenda Medyayê ya Desteya Dadwerî, di çarçova têkoşîna bi hevkarên dijminê Siyonî-Amerîkî de, dosyeyên hin tawanbarên din li Îsfehanê jî bûne sedema derxistina biryarê.
Heta niha dosyeyên 15 ji ajanên hevkarê dijmin li Îsfehanê piştî qedandina pêvajoya dozê, bûne sedema derxistina biryarê ku tawanbarên van dosyeyan bi hepsê hatin cezakirin.»
……………………………
Dawiya peyamê
Etîket: Îrfan Kiyanî, Casûsê Mûsadê, Desteya Dadwerî, Îsfehan, Îdam
Your Comment